Hevdîtina li Parlamenta Kanadayê: Xweseriya Rojava ji bo aramiya herêmê mecbûrî ye

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs bi Alîkarê Serokê Parlamentê Tom Kmiec re hevdîtin kir û pêvajoya destûra bingehîn a li Rojava nirxand. Kmiec got, dewleteke Sûriyeyê ya ku xweseriya Rojava nas dike ji bo aramiya herêmî mecbûrî ye.

Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmed Karamûs ku di çarçoveya Festîvala Aştî û Çanda Kurd a 23’emîn li Kanadayê ye, beşdarî hin semîneran bû û hevdîtin bi hin rayedarên hikumetê re kir.

Karamûs 25’ê Tebaxa 2025’an li Ottawayê bi Alîkarê Serokê Parlamenta Kanadayê û Parlamenterê Partiya Muxafazakar Tom Kmiec re hevdîtineke girîng pêk anî. Kmiec di heman demê de serokê Koma Dostên Kurdan a li Parlamentê ye. Nûnerên Navendên Civaka Kurd ên li Toronto û Ottawayê jî beşdarî civînê bûn.

ROJEVA: CIHÊ KURDAN ÊN LI QADA NAVNETEWEYÎ

Di hevdîtinê de mijarên; xurtkirina têkiliya civaka Kurd a li Kanadayê bi Parlamentê re, meseleyên çandî, civakî û siyasî yên hevpar û cihê Kurdan ê li qada navneteweyî hatin nirxandin.

KMIEC: DIVÊ ROJAVA BÊ NASKIRIN

Kmiec piştî civînê daxuyaniyek da û got, naskirina otorîteya Kurdan a li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewabûna Şamê li qada navneteweyî û rakirina pêkanînên hêzên Rojavayî krîtîk e.

Kmiec her wiha işaret bi peymana navbera QSD û hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku 10’ê Adarê hate îmzekirin lê belê bi cih nehatiye anîn û destnîşan kir ku nakokiyên li ser mijara entegrasyona hêzên Kurdan divê ji holê bêne rakirin.

DESTÛREKE BINGEHÎN A JI BO HER BEŞÊN CIVAKÊ

Kmiec destnîşan kir ku dewleteke Sûriyeyê ya ji bo her kesî û bê alî ku xweseriya li Rojava nas kiriye, ji bo aramiya herêmî mecbûrî ye û biryara rêveberiya Şamê ya taloqkirina hilbijartinên li herêmên Kurdan rexne kir. Kmiec bang kir ku destûreke bingehîn a nû bê amadekirin ku hemû cihêrengiyên etnîkî û olî temsîl dike.

Kmiec got, “Gelek mirov hatin kuştin, gelek mirov di bin sîstema zordar a rejîmê de hatin girtin an jî êşkence li wan hate kirin. Eger ev yek dubare bibe hingî wê bibe trajediyeke mezin” û ragihand ku divê destûra bingehîn a nû ji bo hemû gelan be.

Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs jî têkildarî hevdîtinê daxuyaniyek da û kêfxweşiya xwe ya ji ber piştgiriya Kmiec a ji bo meseleya Kurd anî ziman.

Karamûs her wiha rexneya Kmiec a têkildarÎ taloqkirina hilbijartinê û banga ji bo destûra bingehîn a ji bo gelan bi bîr xist û got, “Kurd û komên din ên etnîkî û olî divê hilbijartina wan li derve dihêle red bikin, divê daxwaza edalet û wekheviyê bikin.”