Saziyên Kurd ên li Rûsyayê; Yekîtiya Navneteweyî ya Rêxistinên Kurd ên Civakî, Rêxistina Êzidxanê û Tevgera Jinên Kurd a Navneteweyî ya Rûsyayê, ji ber salvegera 11'an a komkujiya Parîsê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku 9'ê Çileya 2013'an li paytexta Fransa Parîsê 3 jinên Kurd ên şoreşger bi rengekî hovane, bi destê dewleta Tirk hatin qetilkirin û hate gotin, 11 sal di ser komkujiyê re derbas bûne lê belê bûyer hîn jî nehatiye ronîkirin.
Saziyan diyar kirin ku dokûmanên li ser komkujiyê hîn jî nehatine eşkerekirin û destnîşan kirin ku ev yek jî nîşan dide, ku bûyer bi zanebûn tê veşartin.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Fransayê û hêzên NATO’yê naxwazin hevalbendên wan dewleta Tirk li qada navneteweyî were darizandin. Ev sed sal in komkujiyan li ser gelê Kurd pêk tînin û ew jî hevparê dewleta Tirk a dagirker in. Ev bûyer di tarîtiyê de hiştin û hêzên ku ji vê nezîkbûnê cesaret girtin û dîsa di 23’yê Kanûna 2022’yan de li Parîsê Evîn Goyî (Emîne Kara), Hunermend Mîr Perwer (Mehmet Şirîn Aydin) û Abdurrahman Kizil bi awayekî hovane qetil kirin."
Bi dewamî hate bibîrxistin ku ji pêşengên gelê Kurd Dr. Qasimlo û Dr. Şerefkendî li Ewropayê hatin qetilkirin û hate gotin, "Ji ber vê yekê em baş dizanin û pêwîst e hêzên hevkarên kujerên Kurdan jî baş bizanin ku heya kujer û hevkarên wan eşkere nebin, ew jî weke dewleta Tirk a dagirker kiryarên van komkujiyan e."
Di dawiya daxuyaniyê de komkujiya Parîsê û kujerên komkujiyê hatin şermezarkirin û hate destnîşankirin ku heta ronîkirina komkujiyên Parîsê wê destê wan di qirika dewleta Fransayê de be.