Hejmara nû ya Kovara Ciwanên Welatparêz derket

Hejmara nû ya Çile û Sibatê ya Kovara Ciwanên Welatparêz bi sernava “Li dijî Komploya 99 bi ruhê ciwantiyê şer bikin” derket.

Hejmara nû bi îlana Yekîtiya Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê (YCWK) û bi rengê xwe yê nû bal dikişîne. Kovar bi kategoriyên têkildarî sala 2024’an, li benda ciwanan e.

Di rûpelên kovarê de, perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan cih digirin. Ev perspektîf derbarê rêya serketin û rêxistinbûnê de ne.

Di beşê portre de jiyan û têkoşîna yek ji damezrênerên PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileya 2013’an li navenda Parîsê hatin qetilkirin, bi berfirehî hatiye nirxandin.

Di beşê dosyayê de jî, nirxandinên bi sernavên “Di Şerê Gel ê Şoreşgerî de YCWK”, “Rastiya Malbatê”, “Hîzbûl-Kontra” û “Hêza me ya herî mezin bîrdoziya me ye” cih digirin.

Kovar diyar dike ku sala 2024’an wê bi ruhê ciwanên Apoyî serketin teqez be. Armanca kovarê ew e ku berê ciwanan bide hedefên wan.