Hefteya Yekem a çalakiya rûniştinê ya Strasboûrgê dawî bû

Hefteya yekem a çalakiya rûniştinê ya li bajarê Strasboûrg a Fransa bi sirûda ‘Li dijî tecrîd û dagirkeriyê her der Metîna, Zap û Avaşîn. Dem dema azadiyê ye’ hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Hefteya yekem a çalakiya rûniştinê ya bi pêşengtiya TJK-E û KCDK-E li bajarê Strasboûrg a Fransa bi sirûda ‘Li dijî tecrîd û dagirkeriyê her der Metîna, Zap û Avaşîn. Dem dema azadiyê ye’ hatibû destpêkirin, bi dawî bû.

Çalakiya hefteya yekem koma ku hilbijêrên HDP û BDP’ê jî di nav de dewir girt. Çalakiya ku wê 4 hefteyan dom bike û her komê 30 kes dewir bigire, ji ber dawiya hefteyê navber hate dayîn. Çalakî wê roja Duşemê endamên Federasyona FCK-BW-BT ên rêxistina sêwan ên Kurdên li Eyaletên Baden-Wurttemberg û Beyarn ên Elmanya dewir bigirin.

Çalakiya ku saziyên 78’an ên Kurdistan û Tirkiye destek kir, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên dagirkeriyê ya Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê protesto kirin.

Çalakiya ku roja Çarşemê bi daxuyaniyeke çapemeniyê destpê kir, li qadê afîşên ku qetlîam û êrîşên dagirekeriya Tirk protesto dike hatin daliqadin. Li qadê dowîza bi zimanê Fransî ya ‘Nos Enfants- Zarokên me’ û posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan. Li qadê afîşeke mezin ku balê dikişîne ser ‘Nobeda Azadiyê’ ya Ocalan ku 8 hezar roj in dom dike, hetiye daliqandin.

Di roja yekem a çalakiyê de, panela bi sernavê ‘Nêzîkatiya Modernîteya Kapitalîst û Modernîteya Demokratîk a ji bo ol baweriyan’ hate kirin. Di roja duyemîn de jî rûniştina  bi sernavê ‘Îtifaqên Demokratîk û Netewî ya Tevgera Azadiya Kurd û Enternasyonalîst’ hate kirin. Di roja dawî de jî ji bo Şehîdên Meha Gulanê jî çalakiyek hate kirin.