Çalakiya rûniştinê ya Tevgera Jinên Kurd ên Ewropa (TJK-E) û Kongreya Civaka Kurdistaniyên Demokratîk ên Ewropa (KCDK-E) di çarçoveya pêngava ‘Li dijî dagirkerî û qirkirinê her der Avaşîn, Zap û Metîna ye; dem dema azadiyê ye’ 12’ê Gulanê li bajarê Strasboûrg a Fransayê hatibû destpêkirin, hefteya 2’an jî qediya.
Çalakiya ku li heman qada ku Nobeda Azadiyê ya ku li ber avahiyên Ewropa bi desteka 78 saziyên Kurdistanî û Tirkiyeyî dewam dike, hewldanên dagirkeriyê ya dewleta Tirk û qirkirinên li ser Kurdan hatin protestokirin.
Kurd û dostên xwe yên li Ewropa dijîn ku tevlî çalakiyê bûn, bêdengiya saziyên Ewropa di serî de CPT ya li hember tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kirin, bang li gel hate kirin ku li dijî faşîzmê têkoşîneke yekbûyî bikin.