HBDH: Tecrîd li ser tevahiya civakê tê ferzkirin

Endamên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) dest bi 'Nobeda Azadiyê' kirin û gotin, tecrîd li Îmraliyê hate destpêkirin û li ser tevahiya gelên Kurdistan û Tirkiyeyê tê meşandin. Endamên HBDH'ê ji bo mezinkirina têkoşînê bang kir.

'Nobeda Azadiyê' ku 25'ê Hezîrana 2012'an ji aliyê Însiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin, dewam dike.

Çalakî li bajarê Strasbourgê yê Fransayê li qadekê pêk tê, ku saziyên Ewropayê li derdora wê ne. Her hefte komek ji Kurdên li Ewropayê û dostên wan çalakiyê dewam dikin.

Çalakî kete hefteya 510'an. Çalakgerên vê hefteyê jî aktîvîstên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) ye. Di nava komê de Baran Yakût, Ferdî Tûran Sonmez, Halîs Alkas û Mehmet Duzgun hene.

Bi navê koma Partîzan Mehmet Duzgun axivî û anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê dest pê kir niha li ser tevahiya gelan û bindestan tê meşandin; sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Duzgun destnîşan kir ku divê tecrîd tavilê bê bidawîkirin û got, "Tecrîd bi mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê tê şikandin."

Mehmet Duzgun ji bo mezinkirina têkoşîna li dijî faşîzma AKP-MHP'ê bang kir.