HBDH: Ew meşaleya têkoşîna me ne
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Mahîr Çayan û hevrêyên wî bîranîn û destnîşan kir ku ew meşaleya têkoşîna me ne.
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) Mahîr Çayan û hevrêyên wî bîranîn û destnîşan kir ku ew meşaleya têkoşîna me ne.
Nobeda Azadiyê ya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di sala 10’an de berdewam dike, nobeta hefteya 510’an ji aliyê endamên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan hat dewir girtin.
Endamên HBDH'ê li cihê nobetê hatin ba hev û şehîd bîranîn.
Li vir daxuyanî hate xwendin û hate destnîşan kirin ku rêhevaltiya şehîdên Kizildere mînaka yekemîn a têkoşîn, pêşengî û helwesta serhildanê ya ku teslîmiyetê red dike ye.
Daxuyanî bi dirûşmeya “Li dijî faşîzmê mil bi mil; wê Kurdistan ji faşîzmê re bibe gor“ bi dawî bû.