Hawirdekirina gaza Rûs a ji aliyê Yekîtiya Ewropayê ve zêde bûye
Gaza xwezayî ya hatî rohnkirin (LNG) a ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve ji Rûsyayê tê kirîn, ji sala 2022’yan dema şerê Ûkraynayê destpê kir û vir ve gihişt asta herî bilind.
Gaza xwezayî ya hatî rohnkirin (LNG) a ji aliyê Yekîtiya Ewropayê (YE) ve ji Rûsyayê tê kirîn, ji sala 2022’yan dema şerê Ûkraynayê destpê kir û vir ve gihişt asta herî bilind.
Li gorî rapora Enstîtuya Analîza Fînansî û Aboriya Enerjiyê (IEEFA), hawirdekirina LNG a Rûs a ji aliyê YE’yê ve, li gorî heman dema sala borî, ji sedî 16 zêde bû û derket 6,9 milyar metrekupê.
Di raporê de, hate diyarkirin ku bi taybetî Fransa, Spanya û Belçîka di zêdebûna vê hawirdekirinê de bi bandor bûne. Hat destnîşankirin ku di meha Nîsanê de jî hawirdekirina LNG’ê, di baza salane de ji sedî 17 zêde bûye.
Piştî şerê Ûkraynayê, Ewropa armanc dike ku girêdana bi gaza Rûs re kêm bike. Ewropayê li şûna gaza xeta boriyê, hawirdekirina LNG’ê zêde kiribû. Lê belê tevî vê yekê jî, Rûsya hîn jî bû duyemîn çavkaniya LNG’ê ya YE’yê. Komîsyona Ewropayê qedexekirina hawirdekirina gaza Rûs, heta payîza 2027’an bi temamî erê kiribû.
Li gorî raporê, herî zêde Fransayê di destpêka sala 2026’an de li Ewropayê LNG a Rûs hawirde kir. Bi taybetî di meha Çileyê de hawirdekirin gihişt asta rekorê.
Li aliyê din, Ewropa ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê jî bi lez LNG’ê distîne. IEEFA diyar kir ku DYE di nava sala 2026’an de ji bo hawirdekirina gazê nêz bûye ku bibe çavkaniya herî mezin a Ewropayê.