'Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe'

Çalakiya li ber avahiya NY’ê didome. Valentîna Valmacco, li ser navê jinên ku li Swîsreyê ji bo mûçeya wekhev dest bi greva giştî kirine, beşdarî çalakiyê bûn û gotin: “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.”

Çalakiya rûniştinê ya li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Cenevre yê Swîsreyê ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, dewam dike.

Çalakî ji bo bîranîna Endamê Komeleya Karkarên Mezopotamyayê Hûseyîn Arasan ku li Silêmaniyê di encama êrîşa çekdarî de hat qetilkirin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Cenevreyê Mehmet Letîf Çelebî axivî.

Çelebî destnîşan kir ku bi tecrîda mutleq a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re dixwazin îradeya gelê Kurd teslîm bigirin û got: “Hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re careke din êrîşên li dijî nirxên gelê Kurd eşkere kir.

‘HETA EM AGAHIYÊ JI RÊBERÊ XWE BIGRIN EM Ê LI QADAN BIN’

 Hevkar û mîmarên komploya navneteweyî bi taybet NY, CPT û Konseya Ewropayê, hevkariya xwe bi berdewamkirina pergala tecrîda Îmraliyê re didomînin. Heta ku fikarên me yên li ser jiyan û ewlekariya Rêberê me neyên çareserkirin û saziyên rayedar berpirsiyariyên xwe pêk neynin, em ê li qadan bin.”

‘DIVÊ ABDULLAH OCALAN AZAD BIBE’

Piştî Çelebî, Aktîvîsta Greva Jinan a li Swîsreyê Valentîna Valmacco ku li ser navê jinên ku li Swîsreyê ji bo mûçeya wekhev cara 3’emîn dest bi greva giştî kirin e, beşdarî çalakiyê bû, axivî. Valmacco, tecrîd şermezar kir û wiha got: “Divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku nêzî 25 salan di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin, bê berdan. Ev du salin tu agahî ji Ocalan nayê girtin. Em çalakvanên Greva Jinên Femînîst ji vê rewşê bi fikar in û li ba daxwazên gelê Kurd in. “

Di çalakiyê de peyama Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) ya têkîldarî Greva Jinan a 14’ê Hezîranê, hat xwendin.

Çalakî piştî banga tevlÊbûna ji bo 10’emîn Mihrîcana Jinan a Sakînê Cansiz ku di 25’ê Hezîranê de li bajarê Zurîh ê Swîsreyê bê lidarxistin, bi dawî bû.