Gerîlayên HPG’ê Raperîn û Ceren li Parîsê hatin bibîranîn

Gerîlayên HPG’ê Rênas Raperîn û Amara Ekîn Ceren ên di sala 2023’an de şehîd bibûn, li banliyonên Villiers-le-Bel ya Parîsê hatin bibîranîn.

Gerîlayên Hêzên Parastina Gel (HPG) Rênas Raperîn (Faik Aydın) yê 10’ê Adara 2023’an û Amara Ekin Ceren (Ajda Çetîn) ya 26’ê Cotmeha 2023’an li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibûn, li baliyonên Villiers-le-Bel ya paytexta Fransa Parîsê hatin bibîranîn. Li qada bîranînê wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn. Gelek Kurdistanî, malbatên şehîdan û hevrêyên wan tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de li ser şehîdan axaftin hatin kirin û wiha hate gotin: “Divê em mîrateya ku şehîdan ji me re hiştine biparêzin û têkoşînê geş bikin.”

Di bîranînê banga xurt a ji bo pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” hat kirin.

Bîranîn bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” bi dawî bû.