Gerîlayê HPG’ê Devrim Kavak li Solothûrnê hate bîranîn
Li Solothûrnê ji bo gerîlayê HPG’ê Devrim Kavak meresima bîranînê hate lidarxistin.
Li Solothûrnê ji bo gerîlayê HPG’ê Devrim Kavak meresima bîranînê hate lidarxistin.
Ji bo gerîlayê HPG’ê Devrim Kavak (Şoreş Amed) ê di sala 2019’an de li Herêmên Parastina Medyayê de di encama êrîşekê de şehîd bû, li Solothûrnê bi meresimekê hate bîranin. Meresima bîranînê bi pêşengiya Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) ve bi beşdariya gelek Kurdan û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar ve hate lidarxistin. Li eywana bîranînê wêneyê gerîlayê HPG’ê Devrim Kavak û bavê wî Cemal Kavak ê bi salan cihê xwe di Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd de girt hate daliqandin.
Di bîranînê de li ser navê malbatê birayê Devrîm Kavak, Azad Kavak axivî û diyar kir ku têkiliya wî ya hevaltiyê bi birayê xwe re hebû û diyar kir ku li dijî plan û êrîşên pergalê kedeke mezin a daye.
Kavak anî ziman ku Devrîm jî xwest tevlî berxwedana Sûrê bibe û got ku bavê wî Cemal Kavak wan bi têkoşîneke dilsoz mezin kiriye.
Piştî axaftina Kavak girseyê gelek caran dirûşmeyên "Şehîd Namirin" berz kirin. Piştre siyasetmedarê Kurd Adil Botan, Zozan û Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar axaftin kirin.
Adil Botan diyar kir ku li ser xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi hezaran leheng ber bi ebediyetê ve çûn.
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Zubeyr Aydar da xuyakirin ku di bîranîna şehîdan de axaftinek gelekî zehmet e û sersaxî ji tevahiya gelê Kurd û di serî de ji malbata Kavak re xwest.
Aydar bal kişand li ser amadekariyên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û wiha got: “Divê her kes li gorî vê rastiyê tevbigere. Agahiyên hatine li ber destê me hene. Ji çavkaniyên bi bawer agahî hatine ku dewleta Tirk û PDK'ê piştî hilbijartinên Iraqê wê êrîşî gerîlayên PKK'ê bikin. Em naxwazin rastiyê ji gelê xwe veşêrin. Em naxwazin PDK di vê rewşê de be. Helbet zehmete em van rastiyan bînin ziman. Lê PDK’ê berê jî êrîşên dewleta Tirk bi rê ve bir. Eger PDK’ê alîkariya dijmin nekiriba, em ê îro li cihekî cuda bûna.”
Piştî axaftinan sînevîzyona ji bo Devrîm Kavak hatibû amadekirin hate pêşandan.