Gerîlayê HPG’ê Êrîş Rojhilat û Welat Serhed li Berlînê hatin bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Welat Serhed yê ku 23’ê Kanûna 2023’an de li Zapê û Êrîş Rojhilat yê ku 20’ê Cotmeha 2023’an li Dersimê şehîd bibûn, li Berlînê hatin bibîranîn.

Gerîlayê HPG’ê Welat Serhed (Welat Sozmez) yê ku 23’ê Kanûna 2023’an de li Zapê û Êrîş Rojhilat (Nûrî Elçî) yê ku 20’ê Cotmeha 2023’an li Dersimê şehîd bibûn, li Berlînê hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Kurdistaniyên Azad û Meclîsa Jinan a Dest Danê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyê şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn. Gelek Kurdistanî û malbatên şehîdan tevlî bîranînê bûn.

Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Li ser navê KOMAW’ê dayika Goze axivî. Goze anî ziman ku divê em xwedî li şehîdên xwe derkevin û got: “Ciwanên me yên ku bi salan e têdikoşin ji bo ku em jiyaneke azad bijîn bedel didin. Divê em jî xwedî li van bedelan derkevin, li dora şehîdên xwe bicivin.”

Hevseroka Meclîsa Nav Berlînê Nursel Yildiz jî axivî û wiha got: “Di seranserê têkoşîna me ya ku ji bo ku em li Kurdistaneke azad bijîn me bi hezaran şehîd dan. Em li vir di vê oxirê de têdikoşin, ji bo bîranîna hevreyên me yên ku tevlî kerwana azadiyê bûn em dîsa li vir in. Ez li ber têkoşîna wan bejna xwe bi rêzdarî ditewînim.”

Siyasetmedar Selahattîn Mete jî axivî û wiha got: “Şehîdên me di dîroka me ya têkoşînê ya 50 salî de rêya me ronî kirine. Di tevahiya têkoşînê de Tevgera Azadiyê fedakarî pêş xist. Em careke din li ber kesên ku bi saya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan artêş ava kirin, têkoşîn meşandin û ji bo xeyalên xwe yên azadiyê têdikoşin û di vê dozê de şehîd bûne, bejna xwe ditewînin. Em li hemberî têkoşîna wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin."

Bîranîna ku malbatên şehîd Erîş Rojhîlat û Welat Serhat jî amade bûn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” bi dawî bû.