Gerîlayê HPG’ê Êrîş Rojhilat li Marsîlyayê hat bibîranîn

Gerîlayê HPG’ê Êrîş Rojhilat ê di 20’ê Cotmeha 2023’an de li Dersimê şehîd bibû, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hat bibîranîn.

Gerîlayê Hêzên Parastina Gel (HPG) Êrîş Rojhilat ê di 20’ê Cotmeha 2023’an de li Dersimê şehîd bibû, li bajarê Marsîlya yê Fransayê hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan û Komîteya Şehîdan ve li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat lidarxistin. Li qada bîranînê wêneyê gerîlayê HPG’ê Êrîş Rojhilat û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.

Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de ji malbata şehîd, Delîl axaftinek kir û got: “Heta azadiya Kurdistanê wê têkoşîna me bêyî navber bidome. Serê Rêber Apo û gelê Kurd sax be. Şehîd namirin.”

Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd jî axaftin hatin kirin. Di axaftinan de bal kişandin bi ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha hate gotin: “Divê em bi têkoşîna xwe bibin layiqê şehîdan.”

Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.