Gerîlaya YJA Starê Jiyan Welat li Atînayê hat bibîranîn
Gerîlaya YJA Starê Jiyan Welat ya di 8’ê Mijdara 2013’an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibû, li Atînayê hat bibîranîn.
Gerîlaya YJA Starê Jiyan Welat ya di 8’ê Mijdara 2013’an de li Herêmên Parastina Medyayê şehîd bibû, li Atînayê hat bibîranîn.
Gerîlaya YJA Starê Jiyan Welat (Jiyan Şahîn) ya 8’ê Mijdara 2013’an li Herêmên Parastina Medyayê di encama qezaya trafîkê de şehîd bibû, li Atînayê hat bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li Navenda Çanda Kurd a Demokratîk a Atînayê hat lidarxistin. Gelek Kurdistanî û malbata gerîlaya YJA Starê Jiyan Welat tevlî bîranînê bûn. Li qada bîranînê wêneyê gerîla Jiyan Şahîn û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin danîn.
Bîranîn bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Di bîranînê de siyasetmedar Erkan Erencî axivî. Erencî diyar kir ku kesên di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne bi bîranînên xwe ve tên jiyîn û got: “Divê şervanên azadiyê yên vî gelî neyên jibîrkirin. Divê her azadîxwaz bi bîranîn û têkoşîna xwe zindî bihêlin.”
Piştî axaftinan slayta bi wêneyên gerîlaya YJA Starê Jiyan Welat hatibû amadekirin hat pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeyên “Şehîd namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.