Bi vexwendina endamên kolektîfa Mujeres Colîbriyê ên ku li bajarê Xochîmîlco ya Meksîkayê dimînin, di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de çalakiya piştgiriyê hat lidarxistin. Di çalakiya ku paradigmaya Konfederalîzma Demokratîk ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat nîqaş kirin, straneke ku di rîtûlên taybet de tê gotin ji bo Abdullah Ocalan hat strandin.
Di strana ku gelê xwecihî weke kevneşop tîne zimande , garisê ku ji bo gelê Abya Yalayê pîroz e, xweşikahiyên mirovbûnê û girîngiya axê ji bo mirovan tê gotin.
Di dawiya çalakiyê de endamên kolektîf peyamek parve kirin. Endamên kolektîfê diyar kirin ku paradigmaya azadîxwaz ya Abdullah Ocalan û perspektîfên wî yên derheqê azadiya jinan de bandor li wan kirine û îlhameke mezin stendine. Her wiha anîn ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne tenê ji bo jinên Kurd ji bo hemû jinên li cîhanê rêberekî mezin e û xwestin demildest azad bibe.