Gelê Kurd li hemberî êrîşên dagirkeriyê li qadan in

Kurd û dostên wê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê li Yewnanistan û Awûstralyayê daketin qadan.

Li Atînaya paytexta Yewnanistanê, enternasyonalîst, anarşîst, şoreşger û sosyalîst, li Qada Sîntagmayê dest bi meşê kirin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk protesto kirin. Meş li Qada Monastîrakiyê bi dawî bû. Di meşê de alên PKK’ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin.

Di daxuyaniya piştî meşê hat xwendin de wiha hat gotin: “Em enternasyonalîst, berxwedana gêrilayên Kurdistanê silav dikin.”

Bi daxuyaniyê hat destnîşankirin ku divê gelên cîhanê li ber faşîzma dewleta Tirk rabin. Piştî daxuyaniyê li xalên cuda yên bajêr pankartên li ser hatibûn nivîsandin, “Faşîzma Tirk perçe bike” û “Bijî Kurdistan-Gêrîla” hatin daleqandin.

SYDNEY

Li bajarê Sydney ê Awistralyayê êrîşên dagirkeriyê hatin protestokirin.

Meclîsa DKTM’ê çalakî organîze kir. Kurdistanî, heval û hogirên Kurdan, nûnêrên partiyên siyasî, senator û parlamenter beşdarê mîtîngê bûn.

Parlamenterê Partiya Keskan David Shoebridge wiha got: “Dewleta Tirk, welatê Kurdan dagir dike û wan dikuje. Banga me ew e ku tavilê dawî li van êrîşên dagirkeriyê bîne. DYE, Yekîtiya Ewropayê, Awistralya çawa ku ji bo Ûkraynayê bi hestyarî tevdigerin divê ji bo Kurdan jî bi heman awayî bin.”

Lee Rhiannon ê senatorê berê yê Partiya Keskan jî wiha axivî: “Dewleta Tirk bi êrîşkirina Kurdan cih ji DAIŞ’ê re çêdike. Kurdan li Rojavayê şehîd dan, cîhan ji belaya DAIŞ’ê rizgar kir û niha dewleta Tirk qesta van destkeftiyan dike. Raya giştî ya navneteweyî û hemû kesên pêşverû li dijî vê dagirkeriyê divê bi Kurdan re bin.”

Berdevkê Koma Piştevaniya bi Rojava re Peter Boyle û nivîskarek ji nivîskarên rojnameya Green Left Weeklyê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin û gotin ku ew bi Kurdan re ne.

Hevseroka DKTM’ê Gulê Rose jî berxwedana gêrîla silav kir û xayîntiya PDK’ê şermezar kir.