Gel li her derî xiyanetê şermezar dike - HATE NÛKIRIN

Gelê Kurd û dostên wan, li gelek welatên Ewropayê derketin qadan û hevkariya AKP-MHP û PDK’ê şermezar kirin.

Gelê Kurd û dostên wan li Avusturya, Danîmarka û Yewnanistanê derketin qadan, hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk şermezarkirin û aşkera kirin ku dê heta dawî xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derkevin.

VIYANA 

Kurdistanî û dostên Kurdan li paytexta Avusturyayê li Viyanayê hevkariya AKP-MHP û PDK’ê bi tundî şermezar kirin. Gel da zanîn ku PDK destkeftiyên gelê Kurd difiroşe dewleta Tirk a dagirker û da zanîn ku dê vê îxanetê bi tu awayî qebûl nekin.

Meşa ji hêla Navenda Civaka Demokratîk a Viyanayê ve hat amadekirin, pişt re veguherî mitîngê. Di mitîngê de pankartên “Dê îxanet Kurdistanê perçe bike, yekitî jiyan e, li dijî dagirkeriyê li her derî rabe ser piyan” hat vekirin. Mitîng qasî du saetan dewam kir û îxaneta malbata Barzanî hat şermezarkirin.

KOPENHAG 

Li paytexta Danîmarkayê li Kopenhagê jî gel li qadan bû û hevkariya PDK’ê û dewleta Tirk şermezar kir. Çalakî li qada qelebalix a Gamoltovê pêk hat û hevkariya şer a dewleta Tirk û PDK’ê wekî îxaneta li dijî nirxên Kurdan hat pênasekirin. Di çalakiyê de girêdana bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re jî hat nîşandan û hat gotin ku Ocalan mifteya pêvajoya çareseriyê ye û çalakvanan xwestin PKK ji lîsteya terorê bê derxistin. 

ATÎNA 

Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Komeleya Çandê ya Kurdistanê, li paytexta Yewnanistanê li Atînayê çalakiyek pêk anî. Sazî û ciwanên kurd aşkera kirin ku hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê ye û ev hevkariya qirêj bi meşekê şermezar kir. Meşê li ber akademiyê dest pê kir, heta ber konsolosxaneya Tirkan dewam kir. Meşa ku bi sedan Kurdistanî beşdar bûn, rêxistinên enternasyonalîst, sosyalîst, anarşîst û şoreşger piştgirî dan. Di meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bimire îxanet” û “Bijî berxwedana gerîlayan” hatin berzkirin. Çalakvanên li ber konsolosxaneya Tirkiyeyê daxuyanî da, polîsan bi gaza îsotê êrîşê girseyê kir. Girseyê li dijî êrîşê xwe parast û li wir daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hat gotin ku destkeftiyên gelê Kurd bi xwîna bi hezaran şehîdan hatine bi destxistin û aşkera kirin ku PDK van destkeftiyan bi rêyên îxanetê dixe xetereyê.

 Piştî daxuyaniyê, girseyê çalakiya xwe bi dirûşmeyan bi dawî kir.

DEN HAAG

Li bajarê Den Haagê yê Hollandayê li ber konsolosxaneya Iraqê, hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê hat şermezarkirin. Hevserokê DEM-NED’ê Huseyîn Yildiz axivî û ev tişt got: “Dîroka Kurdistanê çiqasî bi qehremaniyan dagirtî be, ew qas jî bi îxanetê dagirtî ye. Temsîlkarê îxanetê yê roja me ya îro jî PDK ye. Malbata Barzanî vîna xwe teslîmê hêzên desthilatdar kiriye. Ji bo wan tenê tiştek taybet heye, ew jî berjewendiyên wan ên malbatî ne. Em careke din bang li PDK’ê û malbata Barzanî dikin ku dest ji vê îxanetê berdin.”

Yildiz bal kişand ser faşîzma dewleta Tirk û destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze komkujiya li dijî Kurdan bigihîne encamê û wiha pêde çû: “Heke dewleta Tirk di şerê xwe yê li dijî Tevgera Azadiyê de bi ser keve, dê berê xwe bide hevkarên îxanet kar. Heke halê we yê berxwedanê tune be, des ji pêsîra gelê Kurd berdin.”

‘DIVÊ HIKÛMETA IRAQÊ DEST JI LÎSTOKÊN LI SER ŞENGALÊ BERDE‘

Yildiz êrîşên li dijî gelê Êzidî jî şermezar kir û wiha axivî: “Divê Hikûmeta Iraqê dest ji lîstokên li ser Şengalê berde. Ev polîtîkaya Iraqê bi tu awayî nayê qebûlkirin. Gelê Şengalê li Iraqê xweseriya xwe û rêveberiya xwe ya xweser avakiriye. Xwe bi xwe bi rêve dibe. Ev mafê wan ê herî rewa ye.”

‘GELÊ ÊZIDÎ BI BERXWEDANA ŞERVANAN XWE LI JIYANÊ GIRT‘ 

Yildiz berxwedana gerîlayên HPG û YPG’ê ya li dijî dagirkeriyê jî silav kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelê Êzidî bi berxwedana van şervanên gelê Kurd xwe li jiyanê girt. Lê niha êdî gelê Êzidî bi pergala xwe ya parastin û xweser re, xwe bi xwe bi rêve dibe û diparêz e.”

‘NIRXÊN NETEWEYΑ

Yildiz herî dawî bang li îxanetkaran kir ku dest ji vî sûcê li dijî kurdan berdin û ji gelê kurd ên li çar perçe Kurdisan û derveyê welat xwest ku li dijî hemû êrîşan xwedî li nirxên xwe yên neteweyî derkevin.