Fransa û Elmanyayê dest ji projeya balafira şer a hevpar berdan
Di çarçoveya Sîstema Şerê Hewayî ya Paşerojê (SCAF/FCAS) a Ewropayê de plana afirandina balafira şer a hevpar bi dawî bû. Fransa û Elmanyayê pêşengî ji projeyê re dikirin.
Di çarçoveya Sîstema Şerê Hewayî ya Paşerojê (SCAF/FCAS) a Ewropayê de plana afirandina balafira şer a hevpar bi dawî bû. Fransa û Elmanyayê pêşengî ji projeyê re dikirin.
Li gorî daxuyaniya hikumeta Elman, Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîrê Elmanyayê Friedrich Merz li ser mijara nemeşandina projeya balafira şer a hevpar li hev kirin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku nakokiyên navbera Airbus û Dassault Aivation ên di nava projeyê de demeke dirêj nekarî bê çareserkirin.
Şîrketa Fransayê Dassault dixwest, di projeyê de xwedî rola pêşengiyê û para hîn mezin be, lê aliyê Elman dixwest, pîvana parvekirin wekhev a li peymanên hevpar ên heyî bê parastin.
PROJEYA JI 100 MILYAR EUROYÎ
Proje di sala 2017'an de ji aliyê Macron û Serokwezîra Elmanyayê ya wê demê Angela Merkel ve hatibû desetpêkirin û Spanya jî sala 2019'an tevlî bûbû.
SCAF ne tenê ji bo çêkirina balafireke şer a ji nifşê nû bû, her wiha amûrên hewayî yên bêmirov û sîstemeke şer a ku bi rengekî dîjîtal bi hev ve girêdayî bûn, di nava xwe de vedihewand. Ev sîstema ku weke "Ewrê Şer" hate binavkirin, dihate plankirin ku piştî sala 2040'î bikeve şûna fîloyên Eurofighter Typhoon ên Elmanya bi kar tîne û Dassault Rafale yên Fransayê.
Dihate texmînkirin ku maliyeta giştî ya projeyê di ser 100 milyar Euroyî re be.
Rêveberiya Berlînê diyar kir ku li gel bidawîbûna projeya balafira şer a hevpar, hin karên FCAS'ê wê dewam bikin.
Belçîka jî di sala 2023'an de bi statuya çavdêriyê tevlî projeyê bûbû.