BI DÎMEN

FKDK-BF’ê serdegirtina polîsan a li Draguignanê şermezar kir

Federasyona Komûn a Demokratîk a li Başûrê Fransayê (FKDK-BF), serdegirtina polîsan a li dijî xebatkarên Meclîsa Gel a Kurd yê li Draguignanê bi tundî şermezar kir.

Yilmaz Serhad li ser navê FKDK-BF’ê axivî û daxwaza berdana sê kesên hatine binçavkirin kir.

Serhad helwesta hikûmeta Fransayê "nefambar " dît û got, “Em ê siyaseta krîmînalîzekirinê ya li hemberî saziyên me yên demokratîk qebûl nekin. Zextên bi vî rengî yên ku îradeya gelê Kurd dikin hedef, nirxên demokratîk binpê dike.”

Federasyonê banga hevgirtinê li hemû derdorên demokratîk kir.