Fîraz Dag li ser gora xwe hat bibîranîn
Derhêner û rojnamevan Fîraz Dag ê li Reqayê şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Highgate ya Londanê hat bibîranîn.
Derhêner û rojnamevan Fîraz Dag ê li Reqayê şehîd bûbû, di salvegera şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Highgate ya Londanê hat bibîranîn.
Derhêner û rojnamevan Fîraz Dag (Mehmet Aksoy) ê 26'ê Îlona 2017'an de li Reqayê şehîd bûbû, ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve li ser gora xwe ya li Goristana Highgate ya Londonê hat bibîranîn.
Bîranîn bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Girseya gel piştre qurnefîl danîn li ser gora şehîd. Li ser gora şehîd helbest û stran hatin xwendin. Di tevahiya bîranînê de dirûşmeyên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.
Di bîranînê de peyama Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) hat xwendin. Peyama ji aliyê Alîşêr Markaz ve hat xwendin.
Di peyamê de wiha hate gotin: “Em bejna xwe li ber bîranînê şehîd Fîraz Dag di tewînin. Fîraz Dag ji bo azadiya gelê xwe ji Londên berê xwe da Rojava. Bi pênûs, ked û dilê xwe cihê xwe di şoreşa Kurdistanê de nivîsî. Wî nîvîsandina rastiyan ji xwe re weke peywîr dît û di vê oxirê de di 26’ê Îlona 2017’an de gihişt asta şehadetê. Lê wî bîranînên wî timî rêya me ronî bike.”
Bîranîna li Goristana Highgateyê di danê sibehê dest pê kir, tevahiya rojê berdewam kir. Kurd û dostên wan ên ji çar aliyê Londanê hatin di tevahiya rojê de serdana goristana şehîd Fîraz Dag kirin.