Federasyona Elewiyan a Ereb êrîşên li ser Durziyan şermezar kir
Federasyona Elewiyan a Ereb a Ewropayê (EFAA) “êrîş û komkujiya” li Siwêdayê li dijî gelê Durzî pêk tên, bi tundî şermezar kir.
Federasyona Elewiyan a Ereb a Ewropayê (EFAA) “êrîş û komkujiya” li Siwêdayê li dijî gelê Durzî pêk tên, bi tundî şermezar kir.
Federasyona Elewiyan a Ereb a Ewropayê daxuyaniyek nivîskî da û got, “Em êrîş û komkujiyên bi rengekî sîstematik li wîlayeta Siwêdayê ya Sûriyeyê, li dijî gelê Durzî tên pêkanîn, bi tundî û nefret şermezar dikin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev êrîşên hovane, ne tenê civaka Durzî, bandorê li Elewiyên Ereb, Xrîstiyan, Erebên Sunnî, Kurdan, Îsmaîliyan û gelên din ên xweser ên Sûriyeyê jî dike.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku înfazkirina sivîlan, bi zorê koçkirina gel, desteserkirina milkan û texrîbkirina cihên pîroz, sûcê li dijî mirovahiyê ye û wiha hate gotin: “Her dewlet, sazî û aktorên navneteweyî yên li hemberî vê hovîtiyê bêdeng dimînin, hevkarên van sûcan e.
Di serî de Neteweyên Yekbûyî, em bang li mekanîzmayên mafên mirovan a navneteweyî û raya giştî ya demokratîk dikin ku demildest wezîfeya xwe pêk bînin: Divê li Sûriyeyê ev pêla komkujiya nû ya li ser gelê Durzî were sekinandin, faîl bên darizandin û mexdûr bên parastin. Di rewşek berevajî de bêdengî, wê pêşî li komkujiyên nû veke.
Weke Federasyona Elewiyan a Ereb a Ewropayê em van sûcan tenê şermezar nakin, em ê têkoşîna hiqûqî û siyasî jî bidomînin. Em bi raya giştî jî didin agahdarkirin ku gelê Durzî ne bi tenê ye û em bi têkoşîna wan re ne.”