FEDA’yê li Strasbourgê civîna gel pêk anî

Hevberdevkê FEDA’yê Şahîn Polat di civînê de pêşniyara birêxistinbûna bi şêwazê “Meclîsa Baweriyan” kir û got: Em ê bên cem hev, li her dera ku em lê ne, em ê xwe birêxistin bikin. Ji ber ku tenê civakeke birêxistinbûyî dikare pêşeroja xwe biparêze.

Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), li bajarê Strasbourgê yê Fransayê civîna gel pêk anî.

Civîn, bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna Şehîdên Azadiya Kurdistanê û hemû şehîdên şoreşa cîhanê dest pê kir. Piştre çira (çerağ) hatin pêxistin û bername dest pê kir. Di çarçoveya bernameyê de teksta daxuyaniyê ya ku li ser navê FEDA Strasbourgê hatibû amadekirin, hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ev civîn ne tenê hevdîtinek e; di heman demê de îfadeya vîna parastina çand, bawerî, ziman û bîra dîrokî ya civaka Elewî, bi taybetî jî ya Elewiyên Kurd e. Di tekstê de bal kişandin ser polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û zextê yên ku bi sedsalan e didomin û hate diyarkirin ku bi taybetî Elewiyên Kurd hem ji ber nasnameya xwe û hem jî ji ber baweriya xwe bi zextên piralî re rû bi rû dimînin.

Her wiha di tekstê de hate gotin ku ji Êzdîtiyê heta Şafîtiyê, ji Xristiyaniyê heta Elewîtiyê, baweriyên cuda bîra civakî ya hevpar a gelê Kurd pêk tînin. Bi mînaka çalakiyên “Înê yên Sivîl” hate bibîrxistin ku daxwaza gelê Kurd a ji bo jiyana bi ziman û baweriya xwe, bi salan e bi zextan re rû bi rû maye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komkujiyên wekî Koçgirî, Dêrsim, Zîlan, Roboskî, Mereş, Çorum, Sêwas, Gazî û Geziyê di bîra hevpar a gelan de birînên kûr vekirine û bal hate kişandin ser metirsiya asîmîlasyona çandî ya di mercên diyasporayê de.

Di berdewamiya civînê de Hevberdevkê FEDA’yê Şahîn Polat axivî. Polat di axaftina xwe de bal kişand ser şer, koçberî û krîzên ku gelên li Rojhilata Navîn pê re rû bi rû ne. Polat diyar kir ku ji Xezayê heta Îranê, ji Pakîstanê heta Asyaya Başûr di erdnîgariyeke fireh de êşên mezin têne kişandin û encamên herî giran ên vî şerî û hawirdora krîzê gel dijîn.

Polat anî ziman ku gelê Kurd di şerê ku bi salan e li Sûriyeyê didome de berdêlên giran dane, lê destkeftiyên girîng jî bi dest xistine; tevî vê yekê jî gelên herêmê hîn jî di bin xetereyeke mezin de ne. Wî destnîşan kir ku Rojhilata Navîn îro bûye navenda şer, qirkirin û krîzeke mezin a mirovahiyê.

Polat diyar kir ku polîtîkayên piştî erdhejê li Mereş, Semsûr û Meletiyê hatine meşandin, bi taybetî civaka Elewî hedef girtiye, gelek gundên Elewiyan hatine valakirin û mirov neçarî koçberiyê hatine kirin. Polat got ku qutbûna piştî Komkujiya Mereşê dest pê kiriye hîn jî didome û nifşên nû ji çand, bawerî û nirxên xwe yên dîrokî têne dûrxistin.

Polat da zanîn ku Elewî bi salan e têkoşîneke birêxistinbûyî dimeşînin, lê dîsa jî di mekanîzmayên biryardanê yên siyasî û civakî de bi têra xwe nayên temsîlkirin. Wî got: Tê gotin 20 mîlyon Elewî hene, lê di parlamenê de, di pêvajoyên muzakereyê û di mekanîzmayên biryardanê de hejmara kesên ku rasterast Elewiyan temsîl dikin pir kêm e.

Polat di axaftina xwe de pêşniyara “Meclîsa Baweriyan” jî anî ziman û diyar kir ku divê pergaleke demokratîk ku her kes bi nasname û baweriya xwe tê de tê temsîlkirin, bê avakirin.

Polat bal kişand ser kêmtiya asta birêxistinbûna civaka Elewî ya li Ewropayê û got ku çareserî di hevparî û bi hev re tevgerînê de ye. Polat wiha axivî: Divê ev tablo me nebe bêhêvîtiyê. Em nabêjin çareserî tune ye; berovajî vê em dibêjin rêyeke çareseriyê heye. Ev rê jî di birêxistinbûn û bi hev re tevgerînê re derbas dibe.

Polat anî ziman ku Elewî bi sedsalan e bi bawerî, ocax û çanda xwe hebûna xwe diparêzin û destnîşan kir ku naskirina Elewiyan ji aliyê dewletê ve mafê herî xwezayî ye.

Di dawiya axaftina xwe de Polat bal kişand ser girîngiya têkoşîna demokrasiyê û got: “Bêyî demokrasiyê tu gel nikare ziman, bawerî û îbadetên xwe bi azadî bijî.” Polat diyar kir ku çareserî bi birêxistinbûnê dibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em ê bên cem hev, em ê komîteyan ava bikin, li her dera ku em lê ne em ê xwe birêxistin bikin. Ji ber ku tenê civakeke birêxistinbûyî dikare pêşeroja xwe biparêze.

Piştî axaftinan niyaz hatin belavkirin. Civîn bi klam û gotinên hunermend Hêvî Dogan bi dawî bû.