FEDA û YJED: Em Elewî dev ji xweza û baweriya xwe bernadin
FEDA û YJED êrîşên li ser cihên pîroz ên Elewiyan şermezar kirin û gotin, "Em radigihînin ku em ê şopdarê hesab pirsîna van êrîşan bin. Em ê timî parêzvanên aştî û jiyana hevbeş bin."
FEDA û YJED êrîşên li ser cihên pîroz ên Elewiyan şermezar kirin û gotin, "Em radigihînin ku em ê şopdarê hesab pirsîna van êrîşan bin. Em ê timî parêzvanên aştî û jiyana hevbeş bin."
Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (YJED) daxuyaniyek hevbeş dan û bertek nîşanî êrîşên li ser cihên pîroz ên Elewiyan li Dersim û Bazarcixê dan û gotin, "Duzgin Bawo û Dayê Elîf rastiya ev axa kevnar in û ev rastî qet nayê tunekirin.”
Daxuyanî wiha ye: "Êrîşa li ser Tirbeya Duzgin Bawo li navçeya Qisle ya Dersimê ku yek ji navendên herî pîroz ên baweriya Elewiyan e di dilê me hemûyan de birîneke kûr hiştiye. Wêrankirina nîşanên pîroz ên wekî "Şopa pê" ne tenê êrîşa li hember kevirekî ye, di heman demê de êrîşeke li ser bîr, bawerî û dîroka gelekî ye.
Her wiha êrîşa li ser peykerê Mehmet Bawo ya ku li Tirbeya Dayê Elîf a li navçeya Bazarcix a Mereşê ye, mînakek din a dijminatiya sîstematîk a li hember cihên pîroz ên gelê Elewî ye.
Ji ber ku ji bo me Elewiyan çiya, kevir, av û dar ne tenê xweza ne; ew baweriya me bi xwe ne. Bi hezaran salan em li ser van axan hene. Em hilgirên rêya heqîqetê ne ku bi kevir, ax, ava û daristanên xwe ve girêdayî ye. Destê ku dirêjî Duzgin Bawo bû, di heman demê de dirêjî çiyayên Dersimê, bîra gelê me û çanda jiyana hevpar e.
Divê dewlet tavilê van êrîşan lêkolîn bike û sûcdaran derxîne holê û li dijî êrîşên nefretê yên li hember nirxên me yên pîroz bêdeng nemîne. Bêdengî cesaretê dide. Bêcezatî jî rê li ber êrîşên nû vedike.
DUZGIN BAWO Û DAYÊ ELÎF HEQÎQETA EV AXA QEDÎM IN
Em dizanin ku em kirdeya girîng a pêvajoya aştiya demokratîk in. Wekî gelekî ku bi salan e bi êş, polîtîkayên înkar û êrîşan hatiye ceribandin; em parêzvanên aştiyê, hemwelatîbûna wekhev û jiyana hevbeş in. Yên ku dixwazin di pêvajoyek wiha hêja de bi êrîşên li dijî nirxên me yên pîroz civakê bîn beramberî hev, gelan bike dijberên hev û hêviya aştiyê sabote bikin divê bizanin ku; ew di nava hewldanên vala de ne.
Em vê dibêjin;
Di van şert û mercên ku aştî û pêvajoya demokratîk tê nîqaşkirin de tenê rêya pêşîgirtina êrîşên li dijî Elewiyan derxistina bilez a qanûnên demokratîkbûnê ne.
Canên hêja,
Em ê teslîmî provokasyonan nebin. Em ê nirxek ewqas mezin wek aştî, pêşeroja hevpar a gelan û hêviya jiyana hevbeş, nekin qurbana planên tarî.
Divê ev yek baş were zanîn ku em Elewî tu carî dev ji xwezaya xwe û baweriya xwe bernadin. Em ê timî xwedî li cihên xwe yên pîroz, ziyaretgehên xwe, bîra xwe û rêya xwe heqîqetê derkevin. Duzgin Bawo û Dayê Elîf heqîqeta ev axa qedîm in û ev heqîqet wê tu carî nayê tunekirin.
Îro ji her demê bêtir dema yekîtiyê ye. Yekîtîya gelê Elewî mîsogeriya herî xurt a parastina bawerî, çanda me, pêşengiya jinan, xwezaya me û nirxên me yên hevpar e. Ji ber ku em dizanin ku bîr, bawerî û rêya heqîqetê ya gelê yekgirtî nayê tunekirin.
Ev kesên ku dewlet ji wan re dibêje "kesên nenas", vê hêzê ji ku dibînin? Kî yan kîjan dikarin bi vî rengî êrîşî cihên pîroz ên gelê Elewî bike? Em dizanin ku ev êrîş ne takekesî ye. Bi salan e bawerî, çand, ziman, xweza û felsefeya jiyanê ya Elewî hedef tê girtin. Îro cihên me yên pîroz tên wêrankirin, di rastiyê de dixwazin girêdana me ya qedîm a bi xwezayê re qut bikin.
Em wekî Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyên Demokratîk (YJED) vê êrîşê bi tundî şermezar dikin û radigihînin ku em ê şopdarê hesap pirsîna van êrîşan bin. Em ê timî parêzvanên aştî û jiyana hevbeş bin."