FEDA û DAKB’ê bertek nîşanî binçavkirina Haval Arslan dan

Federasyona Elewiyan a Demokratîk û Yekîtiya Jinên Elewiyan a Demokratîk xwestin ku rojnamevan Haval Arslan a ku li Belçîkayê hatibû binçavkirin, tavilê were berdan û gotin: “Em vê pêkanîna li hember wê wekî qisûreke mezin a qanûnî û dîplomatîk dibînin."

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) û Yekîtiya Jinên Elewiyan a Demokratîk (DAKB) der barê binçavkirina rojnamevan û pêşkêşvana Medya Haber TV Haval Arslan daxuyaniya nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de bertek nîşanî derengketina prosedurên fermî dan û gotin: "Haval Arslan xebatkareke çapemeniyê ya ku ji hêla rêxistinên çapemeniyê yên cîhanî ve ji nêz ve tê şopandin û ji hêla saziyên ewlehiyê yên Ewropayê ve baş tê nasîn. Em vê pêkanîna li hember wê wekî qisûreke mezin a qanûnî û dîplomatîk dibînin."

FEDA û DAKB’ê bal kişandin ser têkoşîna Haval Arslan û wiha domandin: "Em hêvî dikin ku Arslan a ku wekî welatiyek Kurd, Elewî û jin di qada çapemeniyê de têkoşînê dide û navnîşana kar û mala wê diyar e tavilê were berdan û rayedarên pêwendîdar ji ber vê şaşiyê fermî lêborînê jê bixwazin."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku binçavkirina Haval Arslan êrîşa li ser jinên Kurd û Elewî yên li Ewropayê ye û wiha hate gotin: "Haval Arslan xebatkareke çapemeniyê ya hêja ye, bi têkoşîna xwe ya Kurd, Elewî, demokratîk, jîngehparêz û jinan tê nasîn. Ev êrîşa li ser wê di heman demê de êrîşek li ser jinên Kurd û Elewî yên li Ewropayê ye. Heta ku Haval Arslan were berdan em ê bi hestên xwe yên tevkariyê bi wê re bin.”