FEDA: Desthilatdarî dixwaze civakê bêdeng bike û zilma xwe bidomîne

FEDA nerazîbûn nîşanî girtina Şebnem Korûr Fîncanci da. Fîncanci ji ber êrîşên kîmyewî daxuyanî dabû hatibû girtin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) daxuyaniyeke nivîskî weşand û got “Parêzvana mafên mirovan û Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci piştî kampanyayên lînckirinê yên siyasiyên ku divê pirsgirêkê çareser bikin,  hate girtin.

Şebnem Korûr Fincanci bi berpirsyariya xwe ya ronakbîrî û zanyariyê fikra xwe ya derbarê çekên kîmyewî îfade kir. Piştî ku wê fikra xwe îfade kir AKP û MHP di serî kesên li ser feraseta înkarkirinê ew hedef nîşan dan û di encamê de Fîncanci hate girtin.

Di heman demê de rojnamevan jî para xwe ji vê fûryaya derveyî hiqûqê stendin û hatin girtin. Em van êrîşên bêhiqûqî û neheq ên li ser Kurd û mûxalifan qebûl nakin.

Bloka desthilatdariyê ya AKP û MHP’ê bi tirsê dixwaze li ser civakê xofê ava bike û îradeya civakê desteser bike.

Em Elewî di vê serdemê de jî em ê li hemberî faşîzm, zilm û feraseta neheq bi heq û azadiyên demokratîk re bin. Em bang li lêgerînên heq, hiqûq û edaletê dikin ku ji bo jiyaneke azad û hevpar têbikoşin.”