FED-KURD’ê kongreya xwe ya 4’emîn li dar xist

FED-KURD’ê kongreya xwe ya 4’emîn li Berlînê li dar xist.

Freie Kurdistan Föderation Ostdeutschland e.V. (Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmaya- FED-KURD) kongreya xwe ya 4’emîn li Berlînê li dar xist. Nav-Berlîn, meclîsên weke Navenda Demokratîk a Dresdenê, nûnerên ji Rojava, Başûr, Rojhilat, CÎK, Nav-Yek, nûnerên Elewiyan û Komawê tevlê kongreye bûn.

Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir. Hevserokê Kon-Med Engîn Sever, Hevseroka Nav-Berlînê Nursel Uysal, endama DTKM ya Dresdenê Gul Yucekaya ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin. Hevserokê Kon-Med Engîn Sever di kongreyê de axivî û der barê xebatên dema pêş de nirxandin kir.

Di kongreyê de Menderes Çambel û Seyran Batman ji bo hevserokatiya FED-KURD’ê hatin hilbijartin. Ji bo Lijneya Disîplînê Huseyîn Guneş û Medya Çelîk, ji bo Lijneya Çavdêriyê Îsmaîl Parmaksiz, Erhan Firat û Kudret Riha hatin hilbijartin.

Kongre bi plansaziya nû bi dawî bû.