FED-KURD’ê ji bo tevlêbûna meşa Dusseldorfê bang kir

FED-KURD’ê ji bo meşa roja Şemiyê ya ku wê li hemberî dagirkerî û îxanetê li Dusseldorfê were kirin, bang kir û bernameya birêketina otobusan eşkere kir.

FED-KURD’ê li hemberî êrişên ku dewleta Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dike daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Ji bo azadiya Kurdistanê ne rojekê divê em her roj bixebitin û kedê bidin. Heta ku encamek were stendin divê em li ber xwe bidin û çalakiyên afirîner bikin.

Gelê Kurd bibe yek wê tu hêz li pêşiya meşa azadiyê ya gelê Kurd nebe asteng. Roj roja xwedîlêderketina rûmetê ye û divê em ji bo Kurdistana azad hesap ji dijmin bipirsin.

Wekî ku Rêber Apo dibêje wê azadî bi ser bikeve. Em bang li hemû gelê Kurdistanê dikin. Em tevlî  çalakiya li Dusseldorfê ya di 30’ê Nîsanê de bibin.

BERNAMEYA BIRÊKETINA OTOBUSAN

Berlîn  

Saet:  23:00

Cih:  Residenzstraße 54

Dresden  

Saet: 05:00

Cih:  Oschatzer Straße 26

Leipzig  

Saet: 05:00

Cih:  Eisenbahnstraße

Halle  

Saet: 05:00

Cih:  Schimmelstraße

Magdeburg  

Saet: 05:00

Cih:  Hauptbahnhof