FED-KURD'ê cejna Remezanê pîroz kir
FED-KURD'ê cejna Remezanê pîroz kir û got, "Bi rasthatina vê cejnê em bang li gelên Misilman dikin ku li dijî dijminê mirovahiyê ên mezhebperest û nijadperest dengê xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin."
FED-KURD'ê cejna Remezanê pîroz kir û got, "Bi rasthatina vê cejnê em bang li gelên Misilman dikin ku li dijî dijminê mirovahiyê ên mezhebperest û nijadperest dengê xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin."
Federasyona Kurdistaniyên Azad li Rojhilatê Elmanyayê bi daxuyaniyekê cejna Remezanê pîroz kir.
Di destpêka peyamê de hate gotin, "Gelê Kurd bi berxwedana li bajarê Dusseldorfê ya dîrokî dest bi cejnê kir. Gelê Kurd ê welatparêz piraniya rojên xwe yên rojiyê bi têkoşîna li qadan, di nava çalakiyên demokratîk de derbas kir."
Di dewama peyamê de wiha hate gotin:
"Di vê mehê kesên ku dibêjin ew bawermendên Îslamê ne, bi hovîtiyeke mezin êrişî welatê me dikin. Di baweriya Îslamê de jiyana mirovan pîvana sereke ye, lê mixabin kesên ku rûpoşa Îslamê dane ser rûyê xwe di vê mehê de jî nirxên Îslamê ên demokratîk binpê kirin.
Rewşa dewletên ku gelên wan misilman jî ji pîvanên mafên mirovan dûrin, sedem wê jî li wan welatan her roj kuştin û êrişên hovane pêk tên. Em hêvî dikin ku ev cejn bibe sedema Îslama çanda demokratîkbûnê.
Dewleta Tirk a mêtinger, qirker û faşîst ji bo qirkirina Kurdan temam bike êrişên xwe li her qadên jiyanê didomîne. Weke ku tê zanîn mêtingeran her tim bi alîkariya ku ji sîstema navneteweyî û xayinên Kurd, êrişên qirkirina Kurdan pêk anîne. Îsal jî êrişên xwe yên li ser gelê Kurd û Kurdistanê dewam kirin. Di nava vê meha Remezanê de li çiyayên Kurdistanê êriş dane destpêkirin. Li hemberî van êrişan berxwedana mezin a gerîla hate nîşandan. Gerîla bi baweriyeke mezin a azadiyê li ber xwe dide û têdikoşe. Herwiha hêzên gerîla, bi hişmendiya ku 'heta dewleta Tirk a qirker, mêtinger û faşîst neyê binxistin, em nikarin bi nasnameya xwe ya azad cejnên xwe pîroz bikin' têdikoşin. Divê em weke gelê Kurd xwedî li têkoşîna gerîlayên Kurdistanê derkevin. Divê em mil bi mil bi şervanên xwe re di nava berxwedanê de bin.
Bi rasthatina vê cejnê em bang li gelên Misilman dikin ku li dijî dijminê mirovahiyê ên mezhebperest û nijadperest dengê xwe bilind bikin û bi hev re têbikoşin. Bi feraseta jiyana biratî bi bîr û baweriyê, em di serî de li Kurdên welatperwer û li hemû Mirovahiyê cejna Remezanê pîroz dikin."