FED-GEL’ê li Stûttgartê kongreya xwe li dar xist

Kongreya FED-GEL’ê bi beşdariya sedan kesî li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate lidarxistin.

Kongreya FED-GEL’ê bi beşdariya sedan kesî li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê hate lidarxistin. Kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Di kongreyê de diwîzên “Ji Ocalan re Azadî” hatin hildan.

Parlementerê berê yê HDP’ê Selîm Sadak û ji Dîe Lînkeyê Johanna Tîarks weke axêver beşdarî kongreyê bûn. Di kongreyê de rapora salekê ya rêveberiyê hate dengdan.

Di kongreyê de Fatoş Kolûsari û Marûf Kûl ji bo hevserokatiya federasyonê hatin hilbijartin.

Kongre bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.