FCK-BW-Bayern: Em bi hêz tevlî meşa li Dusseldorfê bibin

FCK-BW-Bayernê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û xayîntiya PDK’ê banga tevlêbûna mîtînga li Dusseldorfê kir û got: “Roj roja xwedîderketina li Kurdistanê û şervanên wê yên egîd e.’’

FCK-BW-Bayernê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku PDK-Barzanî, bi van polîtîkayên xayîntiyê ne bi tenê li Bakur, Rojava û Rojhilat lê li Başûrê Kurdistanê û pêşmergeyên xwe jî îxanetê dike. Li gelê Kurd ê egîd û qehremanên bi sedan sal in bi her awayî berdêl dide jî îxanetê dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêvajo pêvajoyeke jiyanî û krîtîk e ku wê pê pêşeroj diyar bibe û wiha hat gotin: “Di vê pêvajoya dîrokî de eseh erkeke bikeve ser milê her welatparêzekî hestewar heye. Di serî de divê mirov gel û mihatab û meqamên rayedar hişyar bike. Li ser vî asasî, ji bo sekinandina îxaneta li Kurdistanê û ji bo pêkanîna tevgerîna bi hev re li ser heman armancê ya gelê Kurd em tev li meşa navendî ya wê 30ê Nîsanê li Dusseldorfê pêk bihê, bibin û ji bo tevlêkirina derdora xwe jî bibin seferber. Roj roja xwedî derketina li Kurdistanê, li têkoşîna serxwebûnê ya Kurdistanê û şervanên wê yên egîd e li her çar parçeyên welêt.