FCDK KAWA ji bo mîtînga navendî ya li Dusseldorfê banga tevlîbûnê kir
FCDK-KAWA ji bo meşa navendî ku wê li dijî dagirkeriyê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
FCDK-KAWA ji bo meşa navendî ku wê li dijî dagirkeriyê li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê bê lidarxistin banga tevlîbûnê kir.
FCDK KAWA, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê ku bi hevkariya PDK'ê dike, bi beşdariya Kurdistanî û dostên wan ên li Elmanya, Belçîka û Hollandayê di 30'ê Nîsanê de li bajarê Dusseldorf ê Elmanyayê meşeke navendî lidar dixe. FCDK KAWA ji bo tevlîbûna li çalakiyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Zap, Avaşîn û Metînayê û hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeran re hate şermezarkirin.
Her wiha berxwedana gerîla hate silavkirin û şehîdên vê berxwedanê bi rêzdarî hate bîranîn.
'GELÊ KURD WÊ HESABÊ XIYANET Û NOKERIYÊ BIPIRSE'
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Divê PDK bi vê zanibe; gelê Kurd wê ti carî xayinan ji bîr neke, sal jî di ser re derbas bibe wê hesabê xiyanet û nokeriyê bipirse. Bi taybetî wê xwîna lehengên ku ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd canê xwe feda kirine li erdê nehêle.
'AGIRÊ BERXWEDANÊ GEŞ BIKIN'
Di daxuyaniyê de bang li Kurdên li Elmanyayê û dostên wan hate kirin ku 30'ê Nîsanê li Dusseldorfê beşdarî meş û mîtînga navendî bibin û agirê berxwedanê yê ku li çiyayên azad ên Kurdistanê hatiye dadan geş bikin.