‘Faîlê Mereşê dewlet bi xwe ye‘

Li Berlîna paytexta Elmanyayê li ser Komkujiya Mereşê, Komkujiya Roboskiyê, rewşa girtîgehan û êrîşên li ser Rojava panelek hat lidarxistin.

Li Berlîna paytexta Elmanyayê bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Demokratîk ya Mereşê (MARDEF) û Federasyona Elewiyên Demokratîk hat amadekirin li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk ya Berlînê li ser Komkujiya Mereşê, Komkujiya Roboskiyê, rewşa girtîgehan û êrîşên li ser Rojava panelek hat lidarxistin. Hevserokê FEDA’yê Hûrî Kabayel, parêzerê serdemê ya Komkujiya Mereşê Îbrahîm Sînemîllîoglu, rojnamevan Elîf Sonzamanci, Siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp, siyasetmedar Sadik Almakça û gelek Elewî tevlî panelê bûn.

Çalakiya Pîr Alî Koçak ku bi “Gulbanga Hişyarkirinê” dest pê kir ji bo kumkujiya ku di girtîgehan de hat jiyîn hat hişyarkirin. Pişre re ji bo giyanên ku li Mereşê hatin qetilkirin sînevizyon hat pêşandan.

BÊCEZABÛNA KU WEKE “SURRA DEWLETÊ” TÊ GOTIN

Di çalakiya ku Parêzer Îbrahîm Sînemîllîoglu bi awayekî online beşdar bû, di serdema ku parêzeriya Komkujiya Mereşê dikir li ser dijwariyan sekinî û behsa polîtikayên komkujiyê yên dewletê kir. Sînemîllîoglu anî ziman ku di dozê de 33 mehkûm cezayê darvekirinê girtin û got: “29 kesan jî teqez bûn lê belê berî ku cezayê mehkûman teqez bibe weke ‘Surra Dewletê’ derbasî qeydan bû. Di seranserê serdema Cumhuriyetê û serdema Osmaniyan hemû komkujiyên ku li Elewî û Kurdan hatin kirin bi destê dewletê pêk hatin. Hemû komkujiyên Şêx Bedreddîn, Koçgirî Zîlan, Roboskî bi destê dewletê pêk hatin û polîtikayên bêcezabûnê domiyan.”

Ji panelîstan Elîf Sonzamanci got ku jber nasnameya Kurd û baweriya Elewîtiyê ya li herêmê paqijiya nijadî hat kirin.

GIRTÎGEH NEYNIKA WELÊT E

Siyasetmedar Sadik Almakça jî wiha got: “Di dîroka Tirkiyeyê de meha Kanûnê her dem weke meha komkujiyan hatiye dîtin. Di dîroka Tirkiyê de meheke paqij, hetta rojeke paqij jî tune ye.“

Sadik Almakça bal kişand bi ser polîtîkayên dewletê yên li girtîgehan tên meşandin û got: “Girtîgeh neynika welatekî ye. Polîtikayên ku li girtîgehan tên meşandin qet ne li gor mafên mirovan e. Heke demokrasi pêk nayê û îşkence hebe ew welat ne welatekî demokratîk e û bi rêveberiyeke faşizan tevdigere.

Hevalên Mehmet Hayrî Dûrmûş û Mazlûm Dogan jî li hember polîtîkayên li girtîgehan li ber xwe dan û gihaştin asta şehadete. Di dîrokên cuda bi sedan kes li girtîgehên Tirkiyê hatin qetilkirin. Ango îşkenceya sîstematîk û dermirovî hê jî didome.

BI ‘TÎPA F‘ ÎŞKENCEYA SÎSTEMATÎK HÊ KÛRTIR BÛ

Di salên 2000'î de girtîgehên ‘Tîpa F‘yên ji Elmanyayê mînak stendin hatin avakirin û îşkenceya sîstematîk hat kûrkirin. Armanca avakirina girtîgehên tîpa F’yê girtiyên siyasî ne. Girtîgehên ku ji bo girtiyên siyasî hatine avakirin. Pergala tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li girava Îmraliyê, ango pergala îşkenceyê ya sîstematîk jî encama van polîtîkayan e. Ji ber vê yekê têkoşîna me wê her tim bidome.”

Siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp anî ziman ku Komkujiyên Mereş, Roboskî, Komkujiyên 19’ê Kanûnê weke komkujiya kolektîf dijîn û got: “Em êşa xwe dikişînin û zêde dibin. Di sala 2011’an de Komkujiya Roboskiyê ku bi balafirên F16 pêk hat û 34 kes hatin qetilkirin. Di vê komkujiyê de ji 19 zarokan tenê kesek sax ma. Bi saxbûna yek kesî her aliyê komkujiyê derket holê. Polîtîkaya komkujiyê ya dewletê hê jî dewam dike. Dixwazin bi avakirina pergaleke netew-dewleta çêkirî ya ku nasname, ziman, çand û baweriyê paşguh dike, ji xwe re civakekê ava bikin. Her kesê ku li dijî vê sîstemê derkeve weke ‘Terorîst‘îlan dikin. Ji ber vê yekê em rastî êrîşan tên.“

ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA Û BAŞÛR ENCAMA VÊ FERASETÊ YE

Yîgîtalp bal kişand bi ser êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê û Rojava û wiha axaftinên xwe bi dawî kir: “Êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê û Rojava jî encama vê ferasetê ye. Êrîşên li dijî mirovên li dijî zîhniyeta hov a DAÎŞ’ê têdikoşin jî li ser vê esasê ye. Çawa ku kesên di Komkujiya Mereşê de cih girtin bûne parlamenter, li girtîgehan jî di bin navê operasyona vegerê ya jiyanê de komkujî pêk anîn û bi vî awayî hewl didin hewldan û keda gelê Kurd bitepisînin.”

Çalakiya ku Soner Soyer bi gotinan beşdar bû, bi Sûrra Delîlî ya Pîr Alî Koçak bi dawî bû.