Li Munîhê standa 'Ji Mehmet Çakas re azadî’ hate vekirin
Meclîsa Civaka Kurd ji bo rawestandina biryara dersînorkirina siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas li qada Odeonsplatz ê Munîhê stand vekir û kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Meclîsa Civaka Kurd ji bo rawestandina biryara dersînorkirina siyasetmedarê Kurd Mehmet Çakas li qada Odeonsplatz ê Munîhê stand vekir û kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
Li bajarê Munîh ê Elmanyayê bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Munîhê li qada Odeonsplatzê ku qada herî qeleblix a bajêr e standa “Ji Mehmet Çakas re azadî” hate vekirin. Ji bo rawetandina biryara dersînorkirin Çakas a ji bo Tirkiyeyê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin.
Li standê pankart û wêne ji bo piştgiriya Çakas hatin daliqandin. Belavokên ku ji hêla KON-MED’ê ve hatin amadekirin li mêvanan hatin belavkirin. Çalakvanan daxwaza rawestandina biryara dersînorkirinê kirin.
Banga hestyarî û piştgiriya ji bo doza Mehmet Çakas a ku di 23’yê Tebaxê de bê dîtin, hate kirin.