Parêzerê Îtalî Ezio Menzione biryara 'mafê hêviyê' ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê û bûyerên têkildarî çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ji ANF'ê re nirxand.
Enzio Menzione asta heyî ya pêvajoyê weke demeke derbasbûnê û gelekî hesas pênase kir û got, "Dema derbasbûnê tê wê wateyê ku em ji rewşa heyî ber bi rewşeke nû û cuda ve diçin. Ji rewşa heyî re mirov dikare 'Qonaxeke demokratîk' bibêje, bi wê nizanim. Ez bi xwe vê nabêjim. Lê belê hêvîdar im em ber bi wê pêvajoyê ve diçin ku Birêz Ocalan di hevdîtina bi parêzeran re weke 'Pêvajoyeke demokratîk' pênase kiribû. Yanî pêvajoyeke ku qanûnên demokratîk ên nû bikevin dewrê.
Lewma mirov rewşa heyî dikare weke pêvajoyeke di nava hevsengiya ya nû û kevn de pênase bikin. Em nizanin bê paşerojê wê çi bibe. Nuqteyên ku Birêz Ocalan destnîşan kir wê bi cih bêne anîn an na? Ya ku pêvajoyê diyar bike wê bicihanîna van be."
'DIVÊ OCALAN BÊ BERDAN'
Menzione destnîşan kir ku piştî şeş salan hevdîtina Rêber Apo ya bi parêzeran re bûyereke girîng e û got, "Destûrdayina ji bo vê hevdîtinê girîng e, lê belê çareserî nîne. Heman tişt ji bo mehkûmên din ên li Îmrailyê jî derbas dibe. Rewşeke girîng e ku karibin sûdê ji mafên xwe yên parêzeran werbigirin. Bêguman pêkhatine vê hevdîtinê ne yekane daxwaza min e. Ez dixwazim Birêz Ocalan di dema herî kurt de bê berdan.
Paradoksek jî be Bahçelî bi xwe xwest, Ocalan yekser li parlamentê biaxive. Ev daxwaz vegotina azadiya Birêz Ocalan e. Di vir de bi Bahçelî re xwedî heman fikrî me. Lê belê bi ihtimaleke mezin azadiya Birêz Ocalan hîn di rojevê de nîne.
'PERSPEKTÎFEKE NÛ DIAFIRÎNE'
Parêzeran piştî serdana Îmraliyê daxuyaniyek dan. Di vê daxuyaniyê de ji gotinên Ocalan min hîs kir ku rêveçûneke nû ya ber bi demokrasiyê heye. Hêvî dikim ku azadiya wî jî di nav de hemû mijar di serdemeke demokratîk de bê nirxandin. Yanî Birêz Ocalan perspektîfekê diafirîne. Ocalan bi perspektîfa demokrasiyeke konfederal diaxive. Dixwaze demokrasiyeke nû ava bike ku li Tirkiyeyê qanûnên nû, gavên nû yên ku me nedîtine bêne afirandin."
'DIVÊ TIRKIYE MAFÊ HÊVIYÊ BI CIH BÎNE'
Menzione biryara 'mafê hêviyê' ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nirxand û anî ziman ku divê Tirkiye mafê hêviyê nas bike. Menzione got, "Bi dîtina min demeke zêde ye ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê saleke din li bendê bisekine. Ji xwe sê yan jî çar sal in meyla Konseya Ewropayê ya li ser vê mijarê eşkere ye. Her welat divê mafê hêviyê nas bike. Meseleya esasî ev e. Gelek welat li gorî vî fikrê Konseya Ewropayê tevdigere. Tirkiye hîn li gorî wê tevnagere.
Lê belê ya girîng ew e ku ev mesele li ser maseyê ye. Ev rewşeke gelekî cidî ye. Komîteya Wezîran heta Hezîrana 2026'an dem da. Yanî neh meh hene. Dibe ku zêde xuya dike; lê bi dîtina min Konseya Ewropayê pêşketina demokrasiyê ya li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Ne tenê di vê dozê de, Konsey gelek dozên li Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne. Her wiha pêvajoya heyî jî bi baldarî dişopîne.
Gavên ji bo demokrasiyê, derxistina qanûnên ku Ocalan jî qalê dike, biryarên hiqûqî ji nêz ve dişopîne. Bala hemû saziyan li ser vê yekê ye. Doza li Îmraliyê bi giştî pêşketina navbera hikumeta Tirk û civaka Kurd e. Ev mesele divê di pêvajo û mehên bê de bê çareserkirin."
'HETA KU GIRTIYÊN SIYASÎ AZAD NEBIN, DEMOKRASÎ AVA NABE'
Parêzer Menzione destnîşan kir ku bêyî pêwîstî bi biryarekê hebe divê Tirkiye demokratîk bibe, van meseleyan çareser bike û anî ziman ku heta derdorên muxalîf girtî bin, demokrasî jî ava nabe. Menzione got, "Niha bi hezaran mehkûm hene, yanî mehkûmên siyasî hîn girtî ne. Tenê ji ber ku fikrê xwe û nêrînên xwe yên siyasî anîn ziman mirov girtî ne. Mînak Girtîgeha Sîlîvrî. Ji bo avakirina demokrasiyê divê ev mirov bêne berdan. Li Xezeyê jî dîlgirtî hatin berdan. Wê demê çima bi hezaran mehkûmên siyasî neyên berdan? Meseleya esasî ev e.
Ji ber ku heta muxalîf, yanî dijberên hikumetê girtî bin, demokrasî nikare bê avakirin. Gava destpêkê ya divê bê avêtin berdana muxalîfan e. Mafê hêviyê rewşeke welê ye ku pêwîstî pê nîne ku Konseya Ewropayê bi bîr bixîne; nuqteya bingehîn a demokrasiya medenî ye.
Ji ber ku mafê her kesî heye ku xwedî derfetê hêviya ji bo azadiyê be. Hêvî nebe demokrasî jî nabe. Ev yek di qanûnên Konseya Ewropayê de heye; lê belê divê li nava mejiyê her mirovekî demokratîk, her mekanîzmayeke welatekî demokratîk hebe."
'GAVA DESTPÊKÊ DIVÊ AZADIYA OCALAN BE'
Menzione destnîşan kir ku li pêşberî gavên ku Tevgera Azadiyê ya Kurd ji bo serketina pêvajoyê avêtiye divê dewleta Tirk gavên şênber biavêje û diyar kir ku gava destpêkê ya vê yekê jî divê azadiya Rêber Apo be.
Menzione got, "Weke ku min beriya niha jî got, ji bo serketina pêvajoyê xusûsa destpêkê ya ku divê dewleta Tirk bike, divê berdana Birêz Ocalan û girtiyên siyasî be. Piştre jî weke ku Ocalan got, pêwîstî bi gavên 'qanûnên demokratîk û biryarên hiqûqî yên nû' heye.
Ev pêvajo ne tenê bi qanûnan ve dimeşe; di heman demê de meseleyeke îdarî ye. Ji ber ku gelek biryar ne tenê bi sererastkirinên qanûnî, her wiha bi karên îdarî dikarin bi cih bêne anîn. Di nava van de weke ihtimalekê dibêjim; perwerdeya bi Kurdî ya li dibistanan heye.
Ne tenê bi Kurdî divê bi hemû zimanên li Tirkiyeyê perwerde bê dayin. Ji ber ku li Tirkiyeyê tenê Kurdî û Tirkî nîne. Her civak xwedî kevneşopî, zimanê xwe ye û divê hemû azad bin. Her kes divê xwe bi rengê herî baş îfade bike."