Erîşên li ser Rojava li Atînayê bi meşekê hat protestokirin

Kurdistaniyên ku êrîşên li ser Rojavayê li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê ya Atînayê pretesto kirin, ji ber êrîşên polîsan rê girtin û çalakiya xwe bi meşê domandin.

Li hember êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê ku ji 4'ê Cotmehê heta niha bi awayekî berfireh didome, çalakiyên protestoyê berbelav dibe. Li ser banga Kongreya Civaka Kurd ya Demokratîk ya Ewropayê (KCDK-E’yê) Kurd û dostên wan li bajarê Atîna yê Yewnanistanê hatin ba hev û li ber Balyozxaneya Tirkiyeyê çalakiya protestoyê pêk anîn. Di çalakiya ku anarşîst û Însiyatîfa Ji Bo Rojava Rabe Ser Xwe beşdar bû, pankarta ku li ser “Komkujiya li Kurdistanê bisekinîn” dinivîse û wêneyê Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ê bi xwîn hat hilgirtin.

Kurdistaniyên ku bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" li ber balyozxaneyê çalakiya xwe berdewam kirin, rastî êrîşa polîsên Yewnanistanê hatin. Kurdan piştî êrîşê rê girtin û dirûşmeyên “Bijî Kurdistan” berz kirin.

Kurdistanî û dostên wan piştî êrîşa polîsan ber bi Akademiya li navenda bajêr ve meşiyan. Di meşa ku alên PKK, KCK'ê û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin de, dirûşme hatin berzkirin.

Siyasetmedarê Kurd Hasan Huseyîn Ebemê ku li ber Akademiyê axivî, bertek nîşanî êrîşa polîsan li çalakiyê da û got, "Heta ku ev êrîş bidomin, em ê weke gelê Kurd li qadan bin. Êrîş li çalakiya me hat kirin. Ji ber ku dewleta Yewnanistanê destûr ji Erdogan digire em hatin astengkirin. Li gel hemû êrîşan jî çalakiyên me wê bidomin û em ê li qadan bin.”

 Çalakî bi dirûşmên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.