BI DÎMEN

Endamên TCŞ’ê li Torontoyê ji bo Rojava stand danî

Ciwanên li Torontoyê dijîn, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi standa ku danîn û diyar kirin ku ew ê têkoşînê berfireh bikin.

Endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li bajarê Toronto yê Kanadayê li hev civiyan û der barê êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de standa agahdarkirinê danîn. Li standa ku li qada bajêr hatibû danîn, alên YPG û YPJ'ê, sembolên Kurdî û pankartên ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê dewleta qirker teşhir dike hatin daliqandin.

Çalakiya ku danê sibehê dest pê kir heta saetên êvarê domiya, li hin taxên bajêr bi muzîk û dirûşmeyan belavok hatin belavkirin û gel hate agahdarkirin.

Ciwanan destnîşan kirin ku heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke fîzîkî azad nebe, ew ê têkoşînê berfireh bikin û îdeolojiya wî li hemû cîhanê belav bikin.