Endamên CÎK’ê: Divê em cihê xwe li gel gerîlayên Kurd bigrin

Melayên endamên CÎK’ê yên li mizgeftên li Fransayê weazan didin, di xutbeyên Îniyê de êrîşên bi çekên kîmyewî şermezar kirin û banga refgirtina li gel gerîla kirin.

Êrîşên bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirk li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê, îro li nêzê 15 mizgeftên li Fransayê bi dayîna weazan hat protestokirin. Melayên Civaka Îslamî ya Kurdistanê (CÎK) ku di xutbeyan de weaz dan, wiha gotin: “Em gelê Kurd ê misilman, bi salan e bi destê dewleta Tirk a faşîst tên qetilkirin. Di vê pêvajoyê de dixwazin ku li her çar parçeyên Kurdistanê, zarokên Kurdan bi çekên kîmyewî qetil bikin.“

Meleyan gotina Hz. Mihemed a “Ne zilmê bikin, ne jî li dijî zilmê bêdeng bimînin” bi bîr xistin û anîn ziman ku kî dibe bila bibe, wê li dijî zilmê bêdeng nemînin.

Bi domdarî ev tişt gotin: “Êrîşkirina bi çekên kîmyewî, hovîtî ye. Tu ol, tu bawerî vê qebûl nake. Divê em li ber vê zilmê rabin. Weke ku Hz. Îsa gotiye, ‘Eger hûn zilmê nerawestînin, qet nebe bi mirovên derdorê bidin bihîstin ku ew mirov bibîhîzin’. Em Civaka Îslamî ya Kurdistanî, van êrîşên hovane şermezar dikin. Xwedê dixwaze bi destê we van fitneyên nijadperest ên kujer, ceza bike. Xwedê, dîrok, mirovahî û misilmanên durist ji bo rakirina vê hovîtiyê, li hêviya me ne ku em tiştek bikin.

Misilmanên durist ên birêz; niha dem dema girtina cih li ba gerîlên me yên Kurd ên leheng û mazlûm e, dema rabûna li ber dewleta Tirk a hov û faşîst e. Dema têkoşînê ya bi hev re ye li dijî hovîtiya li dijî Kurdan.

Em Civaka Îslamî ya Kurdistanê, bang li hemû gelê xwe dikin ku li dijî vê hovîtiyê, li gel hev têbikoşin.”

Di mizgeftan de banga tevlêbûna çalakiya Roja Kobanê ya Cîhanî 1’ê Mijdarê bê lidarxistin, hat kirin.