'Em karin bikin ku şîrketên Swîsreyê dest ji Tirkiyeyê berdin'

Parlamenter Franzîska Ryser got, di demekê de ku mafên mirovan têne binpêkirin û zext li gelê Kurd tê kirin, wan pêşniyar li şîrketên Swîsreyê kirine ku razemeniyê li Tirkiyeyê nekin.

Parlamentera Kantona St. Gallenê Franzîska Ryser got, heta ku Ewropa qerta penaberan ji destê Erdogan negire, zehmet e ku zext li Tirkiyeyê bê kirin.

Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Swîsreyê Franzîska Ryser ku di dema hilbijartinê de endameke heyeta Swîsreyê bû ku çûbû Kurdistanê, bersiv da pirsên ANF'ê.

Ryser diyar kir ku hilbijartinên vê carê şensekî mezin bû û got, "Mixabin a ku dihate hêvîkirin pêk nehat. Dema em li wir bûn me bi nûnerên HDP, Partiya Çepên Kesk û kesên cuda re hevdîtin kir. Me hewl da ku kampanya wan a hilbijartinê fêhm bikin. Piştre roja Yekşemê jî weke çavdêrên hilbijartinê daketin qadê. Me dît ku di asteke cidî de mafên mirovan têne binpêkirin."

Franzîska Ryser têkildarî helwesta Yekîtiya Ewropayê ku li ser pirsgirêka Kurd timî dibêje 'em bi fikar in' nirxandineke bi vî rengî kir:

"Ez baweriya xwe bi du tiştan tînim;

* Yekîtiya Ewropa û bi tevahî Ewropa ji ber polîtîkaya koçberiyê ya Tirkiyeyê bi fikar in. Gelek welat ditirsin ku pêleke mezin a penaberan wê pêk were û nikaribin alîkariyê bikin. Bi dîtina min, weke Yekîtiya Ewropa divê em xwedî polîtîkayeke hîn baştir a li ser koçberiyê bin. Ji bo wan qebûl bikin divê em di navbera welatan de rêyeke baş peyda bikin, ji ber ku îro mîna berê nîne. Gelek mirovên koçber hene. Bi gotina 'li cihekî dorpêçek heye û em ji vebûna wê ditirsin' nabe. Yekîtiya Ewropa niha neçar e ku rêyeke hîn baştir peyda bike. Hingî wê zext karibe li Erdogan bê kirin.

* Ji bo Swîsreyê ya duyemîn jî têkiliyên aboriyê ye. Me hevdîtin bi Sefîrê Bilind ê Swîsreyê yê li Enqereyê re hevdîtin kir û wî jî bi bîr xist ku Erdogan di nava krîzeke aboriyê de ye. Her wiha diyar kir ku Erdogan, nûnerên wî û gel di mijara şîrketên li Tirkiyeyê razemeniyê dikin an jî nakin hesas in, ji ber ku bi pere ve girêdayî ne. Wê demê ji bo em karibin zextê bikin, wê qertek di destê me de hebe. Weke Swîsreyê, di demekê de ku mafên mirovan tê binpêkirin, zext li gelê Kurd tê kirin em pêşniyarê li şîrketên xwe dikin ku neçin Tirkiyeyê û razemeniyê nekin. Hingî em ê bibin xwedî nêzîkatiyeke welê ku hîn bêhtir bi kar bînin."

Ryser ragihand ku baştir e ew hewl bidin Tirkiyeyê entegreyî pîvan û saziyên Ewropayê bikin û got, "Ji ber ku ev têkilî xwe dispêre hiqûqê, ne hêsan e ku derî bigire û biçe. Divê Ewropa dest ji gotina 'em bi fikar in' berde.

Me ji gelek ciwanan bihîst ku digotin, li Tirkiyeyê êdî şert û mercên jiyanê nemane. Ji ber vê yekê jî dixwazin koçî Ewropayê bikin. Mehên bê ji Tirkiye û Kurdistanê dibe ku koçeke mezin ber bi Ewropayê bê kirin. Li Swîsreyê ji bo penaberan bi têrkerî cih heye. Tenê divê em xwe organîze bikin. Ne tenê ji Tirkiye û Kurdistanê em bi giştî em li benda koçberiyê ne. Bi dîtina min ev mijar wê mehên bê bikeve rojeva Swîsreyê."