Di dema muzakereyan de, sîstema leşkeriya neçarî û bi rêya kurayê ji bo mêran dîsa hatibû rojevê. Lê belê, Demokratên Xirîstiyan (CDU/CSU) û Demokratên Sosyalîst (SPD) di dawiyê de li ser modeleke ne-neçarî li hev kirin.
Li gorî rêziknameya nû, hemû mêrên 18 salî dê kontrola tenduristiyê derbas bikin û dê rapirsiyekê dagirin ka ew dixwazin di artêşê de xizmetê bikin an na. Bi vê sîstemê re, armanc ew e ku hejmara leşkerên dilxwaz zêde bibe.
Pêşnûmaya zagonê ya ku ji aliyê Wezîrê Parastinê Boris Pistorius ve hatiye amadekirin, di nav xwe de leşkeriya neçarî nahewîne. Lê belê, Serokê Komîsyona Meclîsê ya CDU/CSU Jens Spahn got ku heke hejmara dilxwazan têrê neke, "xizmeta neçarî dikare dîsa were rojevê".
Şansolye Friedrich Merz, ji bo ku li dijî gefa ji Rûsyayê bisekine û kêmbûna bandora Amerîkayê li herêmê hevseng bike, armanc dike artêşa herî xurt a konvansiyonel a Ewropayê damezrîne.
Saziyên saloxiyê yên Elman jî hişyarî didin ku rîska pevçûnek leşkerî ya rasterast di navbera Rûsya û NATO'yê de dikare beriya sala 2029'an çêbibe.