Parlamenterê Partiya Çep Gokay Akbûlût êrîşên dagirkirên yên dewleta Tirk anî rojeva Meclîsa Federal a Elmanyayê û di pêşniyarpirsa ku duh dabû meclîsê de ji Olof Scholz pirsa helwesta Hikûmeta Federal kir.
Akbûlût bi bîr xist ku Servîsa Zanistê ya Meclîsa Federal êrîşên dewleta Tirk ên dagirkeriyê yên li ser Sûriye û Iraqê wek binpêkirina huqûqa navneteweyî dibîne û ev pirs ji Meclîsê kir: “Tevî ku êrîşên dewleta Tirk dişibin êrîşên dagirkeriyê yên Rûsyayê yên li ser Ukraynayê, çima Hikûmeta Federal helwest nîşan nade?”
Li ser navê hikûmetê Wezîrê Kar û Barên Yekîtiya Ewropayê yê Elmanyayê Anna Luhrman bersiv da pêşniyarpirsê.
Luhrman îdia kir ku dagirkirina Ukraynayê ji aliyê Rûsyayê ve û operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk naşibin hev û ev dîtinên xwe anîn ziman: “Rûsya êrîşê dewleteke ku hatiye naskirin dike, sivîlan dike armanc. Lê Tirkiye bi nîşandana wek palpişt a xala 51’emîn radigihîne ku ew wek her car mafê xwe yê parastina rewa bi kar tîne.”
Luhrman diyar kir ku divê Tirkiye di “têkoşîna li dijî terorê” de hêza bêhevsengî bikar neyîne û ragihand ku ew ji tevgerên leşkerî yên li herêmên çiyayî pêk tên bi guman in û ev mijar bi hemû mixatabên leşkerî re bi rengekî rêk û pêk gotûbêj kiriye. Wezîrê Elman di dawiyê de xwest ku Tirkiye di van tevgerên leşkerî de hay ji aliyê mirovî yên huqûqa navneteweyî hebe û divê li beramberî serweriya axa Iraqê rêzdar be.
‘PARTIYA KESKAN ÇAVÊ XWE LI ŞERÊ TIRKIYÊ DIGIRE’
Akbûlûtê di derbarê bersiva ednamê Partiya Keskan Anna Luhrman de got, “Şandeya Desteya Zanistê ku şewirmendî ji Meclîsê re kiriye, gotiye ku erîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê ‘binpêkirina huqûqa navneteweyî ye’. Wezareta Karên Derve di bin berpirsiyariya Partiya Keskan de ye, tevî ku bi vê yekê dizane jî lê dîsa behsa mafê parastina rewa yê Tirkiyê dike.”
Akbûlût her wiha destnîşan kir ku Partiya Keskan ji rêgêzên xwe yên berê dûr ketiye, êdî ne li dijî şer e û çavê xwe ji hevalbendê NATO’yê Tirkiyê re girtiye û bi domdarî bal kişande ser van xalan: “Hikûmeta Elmanyayê heta niha ev êrîşên dijhuqûqî ji nedîtî ve hatiye. Haya hikûmeta Elmanyayê ji hemû şerên li dijî huqûqa navneteweyî yên ku Tirkiyê heta niha kirine heye. Bi vê nêzîkatiya xwe hikûmeta Elman a ku ji SPD, Partiya Keskan û FDP’ê pêk hatiye çavên xwe ji huqûqa navneteweyî re girtiye û pêbawertiya xwe ji dest dide.”