Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Elmanyayê de hate ragihandin ku navenda fermandariyê ya nû wê di bin sîwana Baskê Artêşê yê Hevpar ê Elman-Hollanda (1GNC) de vê avakirin û ji vê havînê û pê ve di rêveberiya hêzên NATO'yê yên li herêma Estonya û Letonyayê wezîfeyê bike.
1GNC ku navenda wê li bajarê Munster ê Elmanyayê ye û li gorî pêwîstiyê di operasyonên NATO'yê de tê wezîfedarkirin, xwedî wê kapasîteyê ye ku fermandariyê ji 50 hezar leşkerî re bike. Plankirina tetbîqatên leşkerî, amadekariya şerê gengaz û veguhestin û rêvebirina yekîneyan di dema şer de ji wezîfeyên biryargehê ne.
Di halê hazir de hêzên NATO'yê yên li herêma Baltikê ji baregeha li bajarê Szczecin ê Polonyayê ve têne birêvebirin. Bi navenda fermandariyê ya nû re tê xwestin, kapasîteya operasyonî ya NATO'yê ya li herêmê zêde bike û bersivê bide krîzên gengaz.