Elmanya piştgirî da êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk

Wezîra Karên Derve ya Elmanyayê Annalena Baerbock li Meclîsa Federal axivî û piştgirî da êrîşên dawî yên dagirkeriyê yên dewleta Tirk.

Wezîra Karên Derve Annalena Baerbock îro têkildarî alîkariya çekan a Elmanyayê ya bi Ûkraynayê re agahî da Meclîsa Federal. Der barê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagiker ên di 17'ê Nîsana 2022'an de li ser axa Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, pirs hate pirsîn.

Ji Partiya Alternatîf ji bo Elmanyayê (AFD) Martin Sichert ku yek ji partiyên muxalefetê ye, berê xwe da Baerbock û ev pirs jê pirsî: “Di sala 2019’an de dema Tirkiyeyê li axa Sûriyeyê dest bi operasyona leşkerî kir, wê demê partiya we ya muxalefetê israr kir ku li ser Tirkiyeyê ambargoya çekan dan e. Pişre jî Hikûmeta Federal biryarek bi vî rengî girt. Di rojên dawî de dewleta Tirk li dijî xaka Iraqê êrîş daye destpêkirin, gelo hûnê biryarek nû ya ambarogyê bigrin ji bo firotina çekan?.“

Wezîra Karên Derve Baerbock, ev pirs bi teza “parastina rewa” ya ku gelek caran dewleta Tirk bilêv kiriye, bersivand û got: “Divê em li sedemên van operasyonên leşkerî binêrin. Mafê Tirkiyeyê ye ku xwe biparêze, helbet divê baldar be ku zirarê nede xelkê sivîl. Di destê me de delîlên şênber tuneye ku ji vê operasyona leşkerî zirarê bide sivîlan.”

Piştî vê bersivê Sichert, dîsan mafê axaftinê girt û ev pirs, pirsî: "Eger belgeyeke şênber hebe, hûn ê gavan biavêjin û biryara ambargoyê ji bo Tirkiyeyê bidin?". Wezîra Karên Derva Baerbock ji bo vê pirsê bersiveke zelal neda û got: “Divê em diyar bikin ku Tirkiye endamê NATO‘yê ye. Me biryara hikûmeta berê ya firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê weke heyî qebûl kir. Ji xwe li gorî berê gelek kêm çekan difiroşin Tirkiyeyê.“

Berevajî gotinên Wezîra Karên Derve ya Elman Annalena Baerbock, “Mafê Tirkiyeyê heye ku xwe biparêze ”, dewleta Tirk di van salên dawî de bi taybet di 17’ê Nîsana 2022’an de hemû êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, bêyî ku êrîş li dijî wê were kirin dest pê kiribû.