Edgar Morin jiyana xwe ji dest da

Fîlozofê Fransî û civaknas Edgar Morin ê ku di dema şerê navxweyî yê Spanyayê de di eniya antî-faşîst de cih girt, jiyana xwe ji dest da.

FÎLOZOFÊ FRANSÎ EDGAR MORIN

Fîlozofê Fransî û civaknas Edgar Morin 29’ê Gulanê di 104 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Hevjîna Morin, Sabah Abouessalam agahî da rojnameya Le Monde û diyar kir ku Edgar Morin 29’ê Gulanê roja înê li Parîsê jiyana xwe ji dest da.

Morin bi peyamên xwe piştgirî dabû pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêber Apo ve hate destpêkirin. Morin her wiha di daxuyaniyên dayî de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî daxwaz kiribû.