Durziyan bi dirûşma 'Kujer Colanî' li Strasbourgê HTŞ şermezar kirin
Durziyên li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo şermezarkirina êrîşên li Siwêdayê li hev kom bûn.
Durziyên li bajarê Strasbourg ê Fransayê ji bo şermezarkirina êrîşên li Siwêdayê li hev kom bûn.
Çalakî roja Şemiyê pêk hat û endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Strasbourgê jî bi alên YPG û YPJ'ê tevlî bûn.
Çalakgeran wêneyên mirovên li Siwêdayê di êrîşan de jiyana xwe ji dest dan û dowîzên ku balê dikişînin ser komkujiyê hildan. Di çalakiyê de tim û tim dirûşma 'Kujer Colanî' hate qîrîn.
Di axaftinan de hate ragihandin ku HTŞ avaniyeke rewa nîne, ew rêxistineke cîhadîst e ku ji komkujiyan berpirsyar e.
Hate gotin, Durzî, Kurd, Elewî û komên ji gel û baweriyên din bi êrîşên HTŞ'ê re rû bi rû man.
Çalakgeran bang li Ewropayê û civaka navneteweyî kirin ku li hemberî van êrîşan bi berpirsyarî rabin.
Hate destnîşankirin ku di serî de Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron dewletên Ewropayê bi muxatabdîtina lîderê HTŞ'ê Colanî re ew rewa kirine û komkujiyên li ser Durzî, Elewî û civakên din ên muxalîf jî rewa kirine.
Çalakgeran diyar kirin ku HTŞ û çeteyên din ên cîhadîst krîza li Sûriyeyê girantir kirine û gotin, bêdengiya raya giştî ya navneteweyî wê van komkujiyan hîn mezin bike.
Siyasetmedarê Kurd Fayît Yagizay li çalakiyê axivî û diyar kir ku divê li Sûriyeyê sîstemeke welê bê avakirin ku gel hemû bi hev re bijîn.
Çalakgeran bang li dewletên Ewropayê kirin ku komkujiyên li Sûriyeyê û sûcên şer bisekinînin û sûcdaran jî darizînin. Her wiha daxwaza Sûriyekeke azad, wekhev û nenavendî hate kirin.