Kurdistaniyên li Cenevre yê Swîsreyê dijîn bi daxwaza "Mafê Hêviyê" ji bo Rêber Apo çalakî li dar xistin. Di çarçoveya çalakiyê de dosyayek pêşkêşî rayedarên Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hat kirin.
Li ser navê Kurdistaniyan Hevseroka Konseya Demokratîk a Kurd a Swîsreyê (CDK-S) Dîlan Çetînkaya, Hasan Odabaşi û Osman Tekîn beşdarî hevdîtinê bûn. Şandeyê bang li saziyên navneteweyî kir ku berpirsiyariyê bigirin ser xwe û dosyaya hatibû amadekirin pêşkêşî rayedarên NY’ê kir.
Di hevdîtina bi qasî saetek û nîvekê dom kir de rayedarên Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî nirxandinên li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê kirin û pirsa ”Hûn ji Tirkiyeyê bawer dikin?“ kirin.
Di nirxandina ku li ser navê şandeyê hat kirin de, hat diyarkirin ku di nav salan de bi sedan dosya ji saziyên navneteweyî re hatine şandin, lê ti encamek şênber nehatiye bidestxistin û wiha hat gotin, “Hatina me ya vir ne ku em dosyayek bihêlin û herin. Em bang li komîsyona we dikin ku tavilê bikevin nava liv û tevgerê.”
Di daxuyaniyê ev tişt hat parvekirin: "Tevahiya raya giştî ya cîhanê dizane ku 'Mafê Hêviyê' mafek bingehîn e ku ji hêla hiqûqa navneteweyî ve ji kesan re hatiye dayîn. Nenaskirina mafek wiha ya xwezayî û gerdûnî nîşaneya binpêkirina eşkere ya hiqûqa navneteweyî ye. Bi taybetî dema ku qala pêvajoya aştiyê ya hatiye ragihandin tê kirin, nebicihanîna ev mafê mirovan; astengkirina avakirina pêşerojek hevpar û demokratîk e.
Şandeyê destnîşan kir ku “Mafê Hêviyê" ku wê ji Rêber Apo re were dayîn ne tenê mafekî takekesî ye, wê rê li ber statuya qanûnî û demokratîk a gelê Kurd veke.
Daxuyanî wiha bi dawî bû: "Mafê Hêviyê ku ji Rêbertiyê re were dayîn wê rê li ber statuya qanûnî û demokratîk a gelê Kurd jî veke. Statuya ku di şexsê Rêbertiyê de were bidestxistin wê bibe statuya gelê Kurd jî. Dewlet vê pêvajoyê giran dimeşîne û gav neavêtin nayê qebûlkirin."
Şandeyê ev peyam da: "Mafê Hêviyê yê Rêbertiyê misogeriya herî mezin a aştî, jiyana hevpar a gelan û pêşeroja azad e."