Dosta qedîm a Kurdan Beate Ergun jiyana xwe ji dest da
Dr. Beate Ergun ku 40 salên dawîn ên emrê xwe ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ked da, ji ber ûrê di mêjî de jiyana xwe ji dest da.
Dr. Beate Ergun ku 40 salên dawîn ên emrê xwe ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ked da, ji ber ûrê di mêjî de jiyana xwe ji dest da.
Dosta Kurdan Beat Ergun (63) ku li bajarê Aachen ê Elmanyayê dijiya, ji ber ûrê di mêjî de jiyana xwe ji dest da.
Diransaz Beate Ergun, 40 salên dawîn ên jiyana xwe xebatên têkiliyên derve di bin banê Mala Gel a Kurd a Aachenê de bi rê ve dibirin. Hem li bajêr hem li seranserê bajêr di sazkirina çalakiyên cur bi cur ên ji bo piştiriya bi Kurdan re xwedî rol bû. Ergun, duh meh bûn li nexweşxaneyê derman dibû, tevî hemû midaxeleyan jiyana xwe ji dest da.
Di peyamê de ku li ser navê malbata Beate Ergun û Mala Gel a Kurd a hat weşandin, wiha hat gotin: “Beatea me, keseke taybet bû. Em te ji bîr nakin. Bîr, pencereyek e ku em te tê de dibînin û di dilê xwe de hest pê dikin.”
Di serî de welatparêzên Kurd, hemû Aachanî bi mirina Beate Ergunê xemgîn bûn. Beate Ergun, wê 21’ê Hezîranê li Goristanê piştî merasîma bibîranînê bê veşartin.