Rûniştina yekemîn a doza derbarê derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorê ya YE’yê li Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê piştî nîvro berdewam kir.
Piştî ku Dîwana Edaletê ya Ewropayê argumanên ku di sala 2018’an de ji bo PKK’ê di lîsteya reş a YE’yê de cih bigire kêm dît û heta sala 2018’an ev lîste betal kir, îtîrazên Konseya Ewropayê û dozên li dijî lîsteyên nû hatin vekirin hatin komkirin û kirin yek.
Yekemîn rûniştina yek navberî ku heya niha bi parastina nivîskî hat rêvebirin îro hat dîtin.
PIRSÊN KU ZEXTÊ LI KONSYA EWROPA DIKE
Di doza ku danê sibê destpê kir de PKK, Konseya Ewropa û Komîsyona Ewropayê argumanên xwe danîn holê.
Piştî bêhnvedana saet 11:30’an saet di navbera 12:00-13:00’an de heyeta dadgehê pirs ji aliyan kir û mijar kûrtir kir.
Serokatiya Dadgehê îdiaya Konseya Ewropayê ya ku parêzerên PKK'ê wekîltiya PKK'ê nakin red kir.
Serokê Dadgehê ji Konseya Ewropayê jî derbarê bê ka çima li gorî biryara sala 2018'an hatiye girtin tevnegeriyaye îzahat xwest û ji Konseya Ewropayê xwest ku li gorî biryaran tevbigere.
Dadger rexne li Konseya Ewropayê girt ku di îtîrazên xwe de "copy-paste"kiriye û bi heman argumanan hatiye.
Du parêzerên PKK’ê diyar kirin ku pirsgirêk tenê di çarçoveya çalakiyên çekdarî de nayê çareserkirin û diyar kirin ku armancên PKK’ê hene û xwedî rêxistinbûneke berfireh a siyasî, civakî û aborî ye. Parêzeran anîn ziman ku kiryarên şerê çekdarî di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de "rewa" ne û destnîşan kirin ku şerê çekdarî yê navxweyî jixweber wekî "terorîst" nayê hesibandin.
Heyeta dadgehê bi nîqaşên li ser têkoşîna PKK'ê ya di çarçoveya mafê çarenûsê de nîqaş kûrtir kir. Kiryarên PKK'ê û mafê çarenûsî bi hiqûqa navneteweyî û bi biryarên Neteweyên Yekbûyî ve hatin ravekirin. Parêzerê PKK’ê destnîşan kir ku nebûna biryarnameya Neteweyên Yekbûyî ya li ser mafê çarenûsa Kurdan nayê wê wateyê ku ev maf nîne. Dadger jî ev tespît piştrast kir.
Di rûniştina dawî ya danişîna piştî nîvro saet derdora 14:30’an de nîqaşan berdewam kir.
DADWER DAXUYANIYÊN ABDULLAH OCALAN ANÎ BÎRA KE’YÊ
Di rûniştinê de dadgerê dadgehê pirsa yekem ji Konseya Ewropayê (KE) kir. Dadger pirs kir ku bandora ku derbasbûna demê û guhertina şert û mercan afirandî wê çi be û da zanîn ku bi taybetî piştî guhertinên li Sûriyê qewimî, hewce dike ku rewş ji nû ve were nirxandin.
Dadger bi van îfadeyan rexne kir ku çima Konseya Ewropayê şert û mercên guherînê li ber çavan nagire.
Dadger di berdewamiya axaftina xwe de ji Konseya Ewropayê ya ku behsa metirsiyên terorê kirî, pirsî ka ji bo hiştina PKK'ê di lîsteyê de çi sedemên din hene.
Dadger ku peyamên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên di sala 2019'an de yên gotibû ji bilî şîdetê ji bo çareseriya demokratîk amade ye bibîr xist û pirs kir ku Konseya Ewropayê derbarê van hêmanên nû de çi difikire.
Konseya Ewropayê diyar kir ku ew her tim rêxistinan lêkolîn dikin û FARC weke mînak nîşan da.
Parêzerê Konseya Ewropayê ku îdîa dike PKK'ê gelek caran agirbest îlan kiriye û piştre jî binpê kiriye, diyar kir ku wan daxuyaniyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî analîz kirine. Destnîşan kir ku Konseyê ev dane ne bes dîtiye.
Lê belê dadger da xuyakirin ku ew di wê baweriyê de ne ku Konseya Ewropayê taybetmendiya 'gelemperî' ya daxuyaniya Abdullah Ocalan li ber çavan negirtiye.
PARÊZER: DAXUYANIYÊN OCALAN PKK'Ê ELEQEDAR DIKE
Parêzera PKK'ê Tamara Brûma daxuyaniya Konseya Ewropayê ya ku dibêje, wekî di mînaka FARC'ê de tenê dema ku encameke fermî bi dest bixin, lîsteyê dinirxînin bibîr xist û diyar kir ku Tirkiye bi awayekî fermî nêzî lihevkirinê nebûye û Konseya Ewropayê nikare pişta xwe bi argûmaneke wiha rat bikin.
Parêzer li ser daxuyaniya Konseyê ya ku gotibû armancên PKK’ê têra xwe zelal nînin, da zanîn ku gotinên Abdullah Ocalan bi têra xwe zelal in û destnîşan kir ku armancên PKK’ê xwedî giraniyeke mezin in.
DADGEH: TEMSÎLKIRINA PKK'Ê NE WEK VEXWARINA QEHWÊ YE!
Dadgera jin a lijneya dadgehê bal kişande ser îdiaya Konseya Ewropayê ya ku dibêje parêzer nûnertiya PKK'ê nakin û diyar kir gotina ku bi awayekî vekirî nûnertiya PKK'ê dike ne mîna "bi hev re hatina gel hev û vexwarina qehweyê" ye û metirsî hene. Dadgera jin pirs kir, "We bihîstiye ku Abdullah Ocalan gotiye ev her du jin (parêzer) nûnertiya me nakin?" Li ser vê pirsê Konseya Ewropayê diyar kir ku wan daxwazên xwe yên di derbarê parêzeran de paşve kişandine.
Heyeta dadgehê rûniştina dozê di saet 16:05’an de bi dawî kir û diyar kir ku wê dîroka biryarê piştre ji aliyan re bê ragihandin.