Welatên rojavayî ku şerê qirêj ê dewleta Tirk ê li Kurdistanê ji nedîtî ve hatin, bi salan li dijî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd siyaseta krîmînalîzasyonê meşandin. Piştî ku dewleta Elman 26'ê Mijdara 1993'an PKK li welatê xwe qedexe kir, sala 1997'an li DYE'yê, sala 2002'an jî li Yekîtiya Ewropayê PKK li lîsteya 'rêxistinên terorîst' hate bicihkirin.
Têkoşîna ku ji bo derxistina PKK'ê ya ji van lîsteyan bi salan tê meşandin, ji sala 2014'an û pê ve veguherî têkoşîna hiqûq û edaletê. Ji rêveberên PKK'ê Mûrat Karayilan û Dûran Kalkan 1'ê Gulana 2014'an bi rêya parêzerên xwe yên Hollandî li dijî Yekîtiya Ewropayê dozek dan destpêkirin. Rûniştina 'dawî' ya vê têkoşîna hiqûqê 31'ê Adara 2022'an li Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li Luksembûrgê pêk hat.
Piştî vê doza ku raya giştî ya Kurd û Ewropayê ji nêz ve şopand, ji parêzerên PKK'ê Tamara Brûma û Marîeke Van Eîk li ser bûyerên ji niha û pê ve di dozê de biqewimin ji ANF'ê re axivîn.
'DIBE KU BIRYAREKE GELEKÎ BERFIREH BÊ DAYIN'
Parêzer Brûma diyar kir ku dadgeh gelekî bi biryarê re eleqedar bû û got, "Bû dozeke gelekî dirêj û ji destpêka dozê û vir ve di rêveçûna dadgehê de gelek tişt bûn, lewma gelekî girîng bû ku em niha gihîştine kîjan astê. Her wiha gelekî kêfxweş bûm ku dadgeh li ser rewşa taybet a diyarkirina çarenûsa xwe û rê û rêbazên nirxandina PKK'ê bi taybetî rawestiya. Ji ber vê yekê pirsên dadgehê bi rengekî erênî ez matmayî hişt."
Parêzer Tamara Brûma anî ziman ku Dîwana Edaletê ya Ewropayê dikare di nava 7 mehan de biryara xwe eşkere bike û li ser rêveçûna dozê jî got, "Li bendê me ku biryareke gelekî berfireh werbigire û piştre jî ji bo doza 3'emîn a sala 2021'ê destpê kir, ev doz pêşengiyê dike. Li ser sedema hiştina PKK'ê di lîsteyê de wê detayên herî biçûk jî eşkere bikin, lewma li bendê me ku biryara herî girîng di vê dozê de bê dayin."
'LÎSTEYÊN PIŞTÎ SALA 2015'AN BÛN CIHÊ NÎQAŞÊ'
Parêzer Tamara Brûma diyar kir ku Komîsyona Ewropa û Konseya Ewropa biryarên dadgehê yên salên 2018-2019'an li ber çavan negirtin û bi argumanên salên berê bi rengê kopykirinê PKK di lîsteyê de hiştin Tamara Brûma got, "Sala 2018'an dadgehê di biryara xwe de her çend gotibe ku hincet têrker nîne jî sala 2019'an konseyê kopy kir û ji nû ve pêşkêş kir, bi vî rengî PKK ji nû ve xiste lîsteyê. Ya rast em hîn jî nîqaş dikin ku ev biryarên sala 2015'an û piştre hatine wergirtin rastin yan jî ne rastin."
Parêzer Marîeke van Eîk jî ew mijar nirxand ku Konseya Ewropayê û Komîsyona Ewropayê neçar e ku biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê bi cih bînin yan na û got, "Ya rast dadgehê bi xwe ev pirs li konseyê kir û konseyê diyar kir ku ya divê ew bikin tiştekî cuda ye, yan jî ji dadgeheke hîn bilindtir agahiyên girîng werbigire."