BI DÎMEN

Dîroknas Aydin: Pêvajo bi rîsk jî be diyalog yekane rê ye

Dîroknas Erdogan Aydin anî ziman ku pêvajoya çareseriyê bi rîsk jî be ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd rêya yekane diyalog e. Aydin destnîşan kir ku ji bo çareseriya demokratîk pêwîstî bi veguherîna civakî û berpirsyariya derdorên demokratîk heye.

Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê li Navenda Civaka Kurd a Londonê bi beşdariya dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin û nivîskar Aydin Çûbûkçû panelek bi sernavê "Kurd û Komar" lidar xist. Panela ku Hevserokê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Îshak Mîlanî moderatorî jê re kir, gelekî bal kişand.

Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin pêvajoya damezrandinê ya Komara Tirkiyeyê li ser pirsgirêka Kurd û belgeyên dîrokî yên polîtîkaya dewletê ya sed salî nirxand. Aydin di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku pirsgirêka Kur dne tenê meseleyeke ewlekarî yan jî siyasî ye, pêwendiya vê yekê yekser bi avabûn an jî avanebûna komareke rasteqîn a li Tirkiyeyê heye û got, "Li dijî neteweperestiya Tirk, li hemberî feraseta hegemonya Tirkperest a ku Kurdan înkar dike û nasnameyên din hemûyan tine dihesibîne, divê veguherîneke civakî pêk were." Aydin ragihand ku Kurd ne tenê li Tirkiyeyê, her wiha li Îran, Iıraq û Sûriyeyê jî bi Ereb, Tirk û Aceman re divê xwedî heman mafên wekhev be.

Nivîskar Aydin destnîşan kir ku gotina "xwişk û biratiyê" bi tena serê xwe têrê nake, ev yek tenê li ser bingeha wekhevî û azadiyê dibe û diyar kir ku di rewşeke berevajî de naveroka vê gotinê wê hatibe pûçkirin.

Erdogan Aydin piştî nirxandina xwe bersiv da pirsên beşdaran û li ser pêvajoya çareseriyê axivî. Erdogan Aydin anî ziman ku çareseriya pirsgirêka Kurd di heman demê de tê wateya demokratîkbûna Tirkiyeyê û got, "Komareke rasteqîn bi wekheviya gelan dibe. Eger mafên gelan tê înkarkirin li wê derê komar tenê maskeyek e." Aydin ragihand ku ji bo civakîbûna aştiyê jî divê rûbirûbûn bi rabirdûyê re çêbibe.

Dîroknas-nivîskar Aydin diyar kir ku Tirkiye bi rewşa heyî nikare dewam bike, dewleta Tirkiyeyê neçar e ku biguhere û nêzîkatiya desthilatdariyê ya li meselleyê bi vê gotinê rexne kir, "AKP dibêje, baş e ez ê çareser bikim lê belê divê li desthlatdariyê bimînim. Destpêkê sozê bidin ku hûn ê dengê xwe bidin min. Lê belê tevgera Kurd dibêje ez Tirkiyeyeke demokratîk dixwazim, Tirkiyeyeke demokratîk bîne, em li hev rûnên û bi hev re bifikirin."

Aydin anî ziman ku rîskên cidî yên êvajoyê hene û got, "Ya rast hin pirs di hişê min de jî hene. Ji bilî vê rêyê rêyeke din nîne, lê belê aqlê ku Tirkiyeyê bi rê ve dibe hîn jî di mijara çareserkirinê de zelal nebûye."

Di dewama axaftina xwe de Aydin destnîşan kir ku li gel vê yekê jî ji bilî diyalogê rêyeke din nîne û anî ziman ku bi taybetî derdorên demokratîk ên li Tirkiyeyê divê hîn bêhtir bi berpirsyarî tevbigerin.