Dibe ku Swêd û Fînlandiya di nava çend mehan de bikevin nava NATO'yê

Hewldanên Swêd û Fînlandiyayê yên ji bo endametiya NATO'yê, ku piştî destpêkirina şerê hegemonya yê li Ûkraynayê ketin rojevê, dibe ku di nava çend mehan de bi encam bibin.

Rojnameya 'Times' a li Îngilistanê tê weşandin ragihand ku Swêd û Fînlandiya di nava çend mehan de dibe ku bibin endamê Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO). Rojnameyê diayr kir ku pêvajoya endametiya herdu welatan a ji bo NATO'yê herî dereng di mehên havînê de dibe ku bi encam bibe. Rayedarekî payebilind ê DYE'yê ji rojnameyê re axivî û anî ziman ku mijar wê 7'ê Nîsanê di Civîna Wezîrên Karên Derve yên NATO'yê de ya li Brukselê bikeve rojevê.

Heman rayedarê DYE'yê diyar kir ku di civînekê de ya ku Swêd û Fînlandiya lê amade bûn, bi wezîrên karên derve yên welatên NATO'y^'e re pêvajoya endametiyê bi berfirehî hate nirxandin.

Swêd û Fînlandiya tevî ku bi NATO'yê re têkiliyeke xwe ya xurt heye, hînê endam nînin. Mijara endametiya NATO'yê ya herdu welatan piştî rûdana şerê li Ûkraynayê ji nû ve kete rojeva welatên rojavayî.

Li hemberî vê rewşê, hişyariyên rêveberiya Moskowayê jî zêde bûn.

Kremlîn ku beriya niha li ser endametiya NATO'yê ya Fînlandiya û Swêdê bi gotina 'encamên xwe wê giran be' gef li dewletên rojavayî dixwar, doh daxuyaniyeke nû da. Berdevkê Kremlînê Dmîtriy Peskov diyar kir ku berfirehbûna NATO'yê ku weke 'amûra şer' pênase dike, wê ewlehiya Ewropayê zêde neke.

Bi destpêkirina şerê Ûkraynayê re hejmara mirovên ku piştgiriyê didin endametiya NATO'yê ya Swêd û Fînlandiyayê zêde dibe. Li gorî lêkolînên raya giştî yên li herdu welatan ji sedî 60 ê gelê Fînlandiyayê, ji sedî 50 ê gelê Swêdê piştgiriyê didin endametiya NATO'yê.